Li Îtalyayê kampanyaya hilbijartinê germ dibe

Li Îtalyayê heftiyekê ji hilbijartinên parlemenê re ma

Partiya Demokratîk li Mîlanoyê bernameyeke girseyî li dar xist

Di mîtîngê de şaredar û alîgiran partiyê gihîştin hev

Li Îtalyayê hefteyekê şûn de wê hilbijartina giştî bê lidarxistin.

Bi vê dengdanê armanc ev e, pêşî li krîza siyasî ya ev demeke dirêj e dom dike bê girtin.

Di çarçoveya kampanyayê de şaredarên Partiya Demokratîk bi alîgirên partiyê re hatin cem hev.

Sekreterê giştî yê partiyê Enrico Letta jî tevlî vê bernameyê bû û axaftinekê kir.

Letta di axaftina xwe de qala mîtînga rasta nîjadperest a li Pontîdayê kir û partiya xwe wekî parazvanê Ewrûpayê nîşan da.

Letta wiha axivî:

“Pontida îro bûye parêzgeheke Hûngaryayê. Em li vir li paytexta Ewrûpayê, li navenda Ewrûpayê ne. Em naxwazin terka Ewrûpayê bikin. Em dixwazin di nava Ewrûpayê de bimînin.

Li gorî anketên dawî, Fratelli d’Italia ya rastgir herî kêm 25 ji sedî dengan werdigire û dibe partiya yekemîn a Îtalyayê.

Hefteya borî jî partiya Fratelli d’Italia ya rastgir (Braderên Îtalyayê) li Mîlanoyê çalakiyek lidarxistibû.

Di çalakiyê de seroka partiyê Giorga Meloni xîtabî alîgirên xwe kiribû.

Li Îtalyayê du eniyên çepgir û rastgir ji bo di hilbijartinê de serkeftinê bi dest bixin di berxwe didin.

Li gorî anketên dawî, Fratelli d’Italia herî kêm 25 ji sedî dengan werdigire û dibe partiya yekemîn a Îtalyayê.

Tê ragihandin, eger ji sindoqan ev encam derkeve, wê Fratelli d’Italia bi her du lîderên rastgir Salvini û Berlusconî re koalîsyoneke rasta radîkal ava bike.

Li Îtalyayê hilbijartina parlemenê wê di 25ê îlonê de bê lidarxistin.

Serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi piştî dengdanên pêbaweriyê yên di parlemenê û senatoyê de ji karê xwe îstîfa kiribû.

Serokwezîr Draghi îstifa kiribû

Partiya Demokratik (PD) herî zêde ji herêmên li bakur û li navenda Îtalyayê deng digire. Ev herêm xwedî nifûseke zêde ya karkeran e.

Krîza siyasî ya dawî ya Îtalyayê piştî dengdana pêbaweriyê ya di 14’ê tîrmehê de dest pê kiribû.

Paşê di senatoyê de dengdanek din a pêbaweriyê hatibû lidarxistin û bi dûv vê re serokwezîrê Îtalyayê Mario Draghi biryara îstîfayê dabû.

Draghî, helwesta şirîkê koalîsyonê Movimento 5 Stelle (Tevgera 5 Stêrk) ya li hember hukumetê, ji bo îstifaya xwe sebeb nîşan dabû.

Hukumeta beriya niha ya Matteo Renzî di Çileya 2021’an de hilweşiyabû û ev jî rê li serokwezîrtiya Draghi vekiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …