Li Îtalyayê peykerên etrusk hatin vedîtin

Li herêma Toscano ya 24 peykerên bronz ên şaristaniya etrusk ji dema Beriya Zayinê hatin vedîtin.

Ligel peykerên bronz, li heman deverî bihezaran pereyên ji dema antîk jî hatin vedîtin.

Li Îtalyaya ku her aliyê wê ji dewlemendiya arkeolojîk pêk tê kifşeke nû hat kirin.

Li herêma Toscano ya 24 peykerên bronz ên şaristaniya etrusk ji dema Beriya Zayinê hatin vedîtin.

Ji ber girîngiya wê, berhemên hatine vedîtin wekî kifşa herî mezin a 50 salên dawî hatin binavkirin.

Peykerên bronz BZ (Beriya Zayinê) 2,300 sal berê ji aliyê hunermendên etrusk ve hatine çêkirin.

Ciyê  berhemên hatine vedîtin germava antîk a li San Casciano dei Bagni ye ya nêzîkî bajarê Sienayê ye.

Herî û ava germ bûye sebeb ev berhemên giranbuha bi tevahî bên parastin.

Ligel peykerên bronz, li heman deverî bihezaran pereyên ji dema antîk jî hatin vedîtin.

Li ser hin ji van pereyan tîpên etruskî, li ser hinan jî tîpên latînî hene.

Etruskî kî ne?

Şopên herî kevn ên vê şaristaniyê digihîje BZ salên 900’î.

Etruskî di salên BZ 500’î de bajaran ava kirine û di bin banê federalîzmê de hatine cem hev.

Etrusk navê şaristaniyeke dema antîk e ku li herêmên Umbria, Toskano û bakurê Lazio yên li Îtalyayê hatiye avakirin.

Bajarê Siena ya li Toscanoyê. Peykerên bronz li vî bajarî hatine dîtin.

Şopên herî kevn ên vê şaristaniyê digihîje BZ salên 900’î.

Etruskî di salên BZ 500’î de bajaran ava kirine û di bin banê federalîzmê de hatine cem hev.

Şaristaniya etrusk li ser Romayê, bi taybetî jî di warê çandî û hunerî de bandoreke mezin kiriye.

Etrusk piştî demekê rastî êrişên Romayê hat û di BZ di sedsala 3. de ji holê rabû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …