Italy’s new Prime Minister Giorgia Meloni (C) speaks in her first address to parliament, next to her Deputy and Foreign Minister, Antonio Tajani (R) and her Deputy and Minister of Infrastructure, Matteo Salvini (L) ahead of a confidence vote at Montecitirio palace in Rome on October 25, 2022. - Meloni said that Italy would "continue to be a reliable partner of NATO in supporting Ukraine", amid concerns over the pro-Russian stance of her coalition partners. (Photo by Andreas SOLARO / AFP)

Meloni ji parlemenê dengê pêbaweriyê wergirt

Hukumeta Giorgia Meloni ji parlemenê dengê pêbaweriyê girt.

Di axaftina ewil de Meloni xwest rexneyên li dijî xwe belav bike û îmajeke soft û maqûl bide welatiyên Îtalyayê.

Serokwezîra nû, berevajiya gotinên xwe yên berê, vê carê got “min tu carî ji bo faşîzmê sempatî nîşan neda ye”.

Hukumeta nû ya Îtalyayê ya di bin rêvebiriya Giorgia Meloni ji parlemenê dengê pêbaweriyê girt.

Di dengdanê de 235 wekîl di ji bo hukumeta Meloni dengên xwe bi kar anîn.

Bi vê encamê, hukumeta koalîsyonê ya serokwezîr Giorgia Meloni di vê qonaxa ewilî ya siyasetê de bi ser ket.

Piştî parlemenê, îro jî wê di Senatoya Îtalyayê de dengdanek din a pêbaweriyê bê lidarxistin.

Piraniya kursiyên di senatoyê de di destên partiyên endamên koalîsyonê de ne û lewma jî texmîn ev e, wê Melon di senatoyê de jî bi ser bikeve.

Pıştî dengdana dawî hukumeta di bin rêvebiriya partiya rasta radîkal Fratelli d’Italyayê wê bi fermî dest bi karê xwe bike.

Giorgia Meloni ku lîdera partiya  Fratelli d’Italyayê (Braderên Îtalyayê) nû serokwezîra Îtalyayê.

“Sempatiya min ji bo faşîzmê tune ye”

Meloni: Berevajiya tiştên derbarê min de tên gotin, min tu carî ji bo rejîmên antî-demokratîk ku di nava wan de faşîzm jî hene sempatî nîşan nedaye.

Serokwezîra nû ya Îtalyayê Meloni bi boneya dengdanê di parlemenê de axaftinekê kir.

Di vê axaftina ewil de Meloni xwest rexneyên li dijî xwe belav bike û îmajeke soft û maqûl bide welatiyên Îtalyayê.

Serokwezîra nû, berevajiya gotinên xwe yên berê, vê carê got “min tu carî ji bo faşîzmê sempatî nîşan neda ye”.

Meloni bi van gotinan parastina xwe kir:

Azadî û demokrasî hêmanên xwerû yên şaristaniya hemdem a Ewrûpayê ye ku herdem min di nava wê de xwe naskiriye. Berevajiya tiştên derbarê min de tên gotin, min tu carî ji bo rejîmên antî-demokratîk ku di nava wan de faşîzm jî hene sempatî nîşan nedaye.

Lîdera Îtalyayê ji ber krîza enerjiyê Yekitiya Ewrûpayê rexne kir û got, dijberiya Pûtîn wê bibe sebeb buhayê enerjiyê di dema bê de hîn bêtir zêde bibe.

Di axaftina xwe de Meloni bersivê da rexneyên derbarê helwesta wê ya Yekitiya Ewrûpayê de red kir û di vê mijarê de xwest baweriyê bide Brukselê.

Lêbelê digel vê jî, lîdera Îtalyayê ji ber krîza enerjiyê Yekitiya Ewrûpayê rexne kir û got, dijberiya Pûtîn wê bibe sebeb buhayê enerjiyê di dema bê de hîn bêtir zêde bibe.

Hilbijartina Îtalyayê

Partiya Giorgia Meloni Fratelli d’Italia, di hilbijartina 25ê cotmehê de bi rêjeya 26 ji % dengan bi dest xistibû û bûbû hêza siyasî ya yekemîn.

Tevlî dengên her du partiyên din ên rastgir û rasta radîkal, bloqa wekî post-faşîst tê pênasekirin piraniya kursiyên li parlemen û senatoyê bi dest xistibû.

Bi dûv hilbijartinê re partiya Meloni Fratelli d’Italya bi her du partiyên rastgir Forza Italia û Lega re hukumeteke koalîsyonê ava kiribû.

Giorgia Meloni ku lîdera partiya  Fratelli d’Italyayê (Braderên Îtalyayê) nû serokwezîra Îtalyayê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …