RAI êdî wê bi sardînî jî bipeyive

Netew-dewletên Ewrûpî ku zimanên kêmaran anîn ber tunebûnê, carnan bi gavên erênî dixwazin ji ber sûcên ziman xwe bidin efûkirin

Îtalya di dîroka xwe ya komarê de cara yekemîn biryar da bi zimanê Sardînî jî weşanê bike

Ev yek ji aliyê rêvebiriya vê girava xweser, wekî dîrokî hat binavkirin.

Sard an jî sardînî, navê zimanê gelê Sardînyayê yê.

Radyo û televîzyona fermî ya Îtalyayê RAI wê ji îro pê ve bi zimanî jî bipeyivin ango weşanê bikin..

Ajansa fermî ya Îtalyayê Ansa, di nûçeyeke xwe de diyar kir, wezareta ragihandinê biryar daye, di radyo û televîzyonê de bi zimanê sard jî bername bên çêkirin.

Ajansê ragihand, bi vê armancê bi hukumeta xweser a giravê re peymanek hatiye morkirin.

Serokê rêvebiriya Sardînyayê Krîstîan Solînas jî ev nûçe piştrast kir û peymana ji bo zimanê sardînî ya li gel RAIyê weke “dîrokî” bi nav kir.

Solînas diyar kir, wê her hefte di radyoyê de 100 saet û di televîzyonê de jî 22 saet bernameyên bi sardînî bên weşandin.

Serokê Sardînyayê got, bi vê gava nû wê prestîja zimanê giravê bilindtir bibe û ev ê ji bo parastina nasnameya giravê bibe alîkar.

Ji sala 2015’an û vir ve hin herêmên xweser ên Îtalya ji ji bo bi zimanên kêmaran jî weşan bê kirin di nava hewldanên hiqûqî û siyasî de bûn.

Sardînya

Sardînya giraveke mezin a li rojavayê Derya Spî ye û tevlî 4 herêmên din ên Îtalyayê xwedî xweseriyeke berfireh e.

Nifûsa giravê di ser 1.6 milyonê re ye û qasî 1.3 milyon ji vê nifûsê dikarin bi zimanê sardînî biaxivin.

Meclîsa Sardînyayê di 2018’an de bi qanûnekê,  zimanê sardînî li gel îtalyanî li giravê kiribû fermî.

Lê digel vê jî, di perwerde, weşan, xebatên rêvebiriyê û qada civakî de bi giranî îtalyanî tê bikaranîn.

infowelat.com

Li vê jî binêre

Sefîrên Çandî wê zimanê galî biparêzin

Hukumeta Galê bi mebesta teşwîqkirina axaftina ziman pengavekê da destpêkirin. Hukumetê dixwaze bi riya “sefîrên …