Giorgia Meloni bû serokwezîrê Îtalyayê

Serokwezîra nû ya Îtalyayê êdî Giorgia Meloni ye.

Di bin pêşengiya Meloni de hukumeta ewil a post-faşîst a Îtalyayê hate damezrandin.

Li Îtalyayê hukumeta nû ya rasta radîkal hate damezrandin.

Giorgia Meloni ku lîdera partiya  Fratelli d’Italyayê (Braderên Îtalyayê) nû serokwezîra Îtalyayê.

Ev partî sekna xwe ya li dijî penaberan û gumanên xwe yên derbarê Yekitiya Ewrûpayê de tê naskirin.

Herwiha ji ber sempatiya Meloni ya ji bo Mussolini, Fratelli d’Italyayê wekî partiyeke post-faşîst jî tê pênasekirin.

Meloni di gava ewil de Giancarlo Giorgetti wekî wezîrê aboriyê wezîfedar kir.

Giorgetti endamê partiyeke din a rasta radîkal Lega ye lê belê alîgiriya Yekitiya Ewrûpayê dike.

Tê ragihandin Meloni bi vê gava xwe, dixwaze gumanên Brukselê yên derbarê hukumeta xwe de belav bike.

Li Îtalyayê enflasyon gihîştî ye 8.9 % û deynê nav-welat ê dewletê rapelîqi ye 150 ji % yê Hilberîna Tomerî ya Navxweyî.

Lewma jî Giorgia Meloni dixwaze bê qeza û bela meseleya aboriyê çareser bike û

Wezîrên hukumeta Meloni wê roja şemiyê merasîmeke sondxwarinê dest bi karê xwe bikin.

Di hilbijartina giştî ya di 25’ê îlonê de, bloqa wekî post-faşîst tê pênasekirin, piraniya kursiyên li parlemen û senatoyê bi dest xistibû.

Hilbijartina Îtalyayê

Li Îtalyayê di 25’ê îlonê de hilbijartinên giştî hatibûn lidarxistin.

Partiya Meloni Fratelli d’Italia bi rêjeya 26 ji % bûbû partiya yekemîn.

Rêjeya dengên her sê partiyên rastgir û rasta radîkal (Fratelli d’Italia, Forza Italia û Lega) gihîştibû 45 ji %  dengan.

Bi vê encamê, bloqa wekî post-faşîst tê pênasekirin, piraniya kursiyên li parlemen û senatoyê bi dest xistibû.

Ev jî derfet dabê Giorgia Meloni bi Silvio Berlusconi û Matteo Salvini re hukumeteke koalîsyonê damezrîne.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …