Tîrola Başûr

Profîl

Nifûs: 530,000 (2018)

Berfirehbûn: 7,399.97 km2

Paytext: Bozen/Bolzano

Ziman: Almanî, îtalyanî, ladînî (% 62.3 almanî, % 23.4 îtalyanî, % 4.1 ladînî)

Destpêka xweseriyê: 1948

Kurtedîrok

Tîrol herêmek li rojhilatê Çiyayên Alp e ku di navbera Awistirya û Îtalyayê de hatiye parvekirin. Tîrola Başûr piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Îtalyayê ve hatiye girêdayîn û bûye tekane herêma almanîaxêf a vî welatî. Bi dûv hilweşandina rejîma faşîst a Musolînî ya di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de, Îtalya bûye rejimeke demokratîk û di 1948’an de ji dewleteke navendîparêz derbasî dewleteke herêmparêz bûye. Di çarçoveya sîstema herêmî ya nû de, ji Tîrola Başûr û parêzgeha Trentîno bi hev re herêmeke xweser a bi navê Trentîno-Tîrola Başûr (Trentîno-Alto Adige) hatiye damezrandin.

Digel binavkirina dewletê wekî dewleteke ‘herêmparêz’, sîstema polîtîk a îtalyan incax di 1970’an de 15 herêmên xweser ên xwedî hin hêzan damezrandiye. Lê ji bo tîroliyên başûr hêzên heyî têr nekiriye û wan ji bo xweseriyeke xurtir li hember Romayê têkoşîneke berfireh meşandine. Ji ber bêaramiya li herêmê, Awistirya meseleya herêmê biriye Neteweyên Yekbûyî û di 1969’an de bi alîkariya vê rêxistinê di navbera her du dewletan de peymana xweseriyeke xurt a Tîrola Başûr hatiye îmzekirin. Peymana xweseriyê ji 1972’an şûn ve gav bi gav hatiye meşandin û di 1992’an de her du dewlet bi fermî dane zanîn ku meseleya Tîrola Başur hatiye çareserkirin.

Li Îtalyayê ciyê Tîrola Başûr

Statuyên xweseriyê

Bi statuya 1972’an a piştî hevdîtinên dîplomatîk, hêzên Tîrola Başûr hatine berfirehkirin. Bi vê statuyê, duzimanî ji bo rêvebiriya herêmî hat ferzkirin û di sektora aboriya herêmî de kotaya ziman hat diyarkirin. Ji bilî van, hebûna zimanê reto-romans (ladînî) a li herêmê dihat axaftin hat qebûlkirin. Statuya xweseriyê di 2001’an de hat revîzekirin û di 50 mijaran guherîn hatin kirin. Bi vê statuyê, hêzên her du parêzgehên Herêma Xweser a Trentîno-Tîrola Başûr hatin berfirehkirin. Di warê zimanê dayikê, dibistan, duzimanî û kotayên etnîk ên ji bo îstihdamê T. Başûr hêza xwe zêdetir kir. Berevajiya vê, hêzên rêvebiriya Trentîno-T.Başûr hatin kêmkirin.

Aliyê herî balkêş a sîstema T. Başûr kotayên etnîk e ku li ser bingeha duzimaniyê hatiye damezrandin. Hemû karên saziyên fermî yên girêdayî  şaredarî, parêzgeh û dewletê li gorî vê rêgeza duzimaniyê tê belavkirin. Her xebatkar ji bo bidestxistina kar dive bi îtalyanî û almanî bizanibe. Helbet ji bo bidestxistina karên li devera axêverên ladînî dijîn ligel du zimanan zanîna ladînî jî pêwîst e. Xebatkerên sîstema edaletê û polîs jî bi vê kotayê tên hiljbijartin. Ev sîstem bi konsensûsê hatiye damezrandin û ji aliyê rêvebiriya T. Başûr an hikumeta Îtalyayê ve nikare bê guherandin. Taybetiyeke din a îstihdama li T. Başûr ‘prensîba kotayê ye ku her sê komên ziman li gorî hebûna nifûsa xwe karên heyî bi dest dixin. Ji bo derfeta bidestxistina kar hemû welatiyên T. Başûr divê diyar bikin ku ew endamê kîjan koma ziman in.

Konsey, hikumet û serokê T. Başûr

Konsey wekî parlamentoya T.Başûr tevdigere û di çarçoveya xweseriyê de xwedî mafên qanûnçêkirinê ye. Konsey ji 35 wekîlên ku ji 5 salan carek li gorî kotaya etnîk tên hilbijartin, pêk tê. Endamên konseyê di heman demê de endamên Konseya Trentîno-T.Başûr in. Konseya herêmî ji bi rêgezên hişk ji aliyê Trentîno û Tîrolê tê pêkanîn û serokatiya wê her 6 mehan carekê dikeve destê parêzgehek. Taybetiyeke konseya T. Başûr ev e ku carinan wekîlên her sê komên ziman dikarin li gorî endamtiya xwe ya koma ziman dengên xwe bidin. Eger komeke ziman di wê qenaetê de be ku pêşnûmaqanûnek mafê wan binpê dike, dikare daxwaza dengdayinek bi rengî bike. Heta ku her sê komên ziman erê nekin pêşnûmaqanûn di konseyê re derbas nabe. Lewma ev dengdayin wekî mafê vetoyê yê komên zimanan dikare bê binavkirin.

Hikumeta T. Başûr ji aliyê konseyê ve tê hilbijartin û ji serokek û cîgirek almanîaxêf, cîgirek îtalîaxêv û wezîran pêk tê. Koma herî biçûk ladîn jî dikare li gorî nifûsa xwe û rêgeza kotayê di hikumetê de ciyê xwe bigire. Hikumet qanûnên ji aliyê konseyê ve tê qebûlkirin tetbîq dike û T.Başûr li hember dewletê û hikumeta navendî temsîl dike.

Serokê T. Başûr ji aliyê konseyê ve tê hilbijartin û ji bo herêmê xwedî roleke girîng e. Ew berpirsê meşandina qanûnên konseyê ne û di heman demê de beşdarê civînên hikumeta îtalyan ên di derbarê T. Başûr de dibe.

Konseya Tîrola Başûr

Hêzên T. Başûr

Hêzên T. Başûr piranî di warê aborî, civakî û çandî de ne ku hin ji wan ev in:

  • Rêvebirina saziyên fermî yên herêmî û xebatkarên wan
  • Perwerdeya seretayî ya navîn
  • Tenduristî (rêvebirina nexweşxaneyan jî tê de)
  • Toponomiya duzimanî li ser hemû erdên herêmê
  • Parastin û ewlekariya berhem û qadên dîrokî
  • Xweza û çavkaniyên xwezayî
  • Plankirina bajar û çolterê
  • Çûnûhatin û ragihandina herêmî
  • Aboriya herêmî (bo nimûne, çandinî, daristan, masîgirî, tûrîzm)
  • Refaha civakî
  • Polêsên herêmî

T. Başûr di çarçoveya hêzên xweseriyê de dikare bi serbestî butçeya xwe çêbike. Di warê berhevkirina bacê de hêzên herêmê kêm in lê ji % 90’ê baca ku dewletê li ser erdê wê berhev dike ji T. Başûr re dimîne. Bi Reforma Destûra Bingehîn a Îtalyayê ya di 2001’an de, tevlî herêmên din ên xweser otonomiya fînansî ya T. Başûr jî hat berfirehkirin.

Ji dema damezrandina wê ya di 1948’an û heta aniha xweriya gelekî hatiye xurtkirin. Pêvajoya xurtkirina xweseriya T. Başûr baş nîşan dide ku xweserî pêvajoyeke dînamîk e û li ser daxwaz û xebata  aktorên herêmî di nava pêvajoyê de dikare bê kûrkirin. Herwiha sîstema kotaya etnîk ku li ser rêgezên duzimanî û kotaya etnîk a nifûsê hatiye damezrandin mînakeke demokrasiyek herêmî ye. Ev sîstema ku zêdetirî 40 salan bi serfirazî hatiye meşandin, ji aliyê hemû komên etnîk û ziman ên T. Başûr bi dilxweşî hatiye qebûlkirin.

Çavkanî:

Thomas Benedikter (2012), “The Working Autonomies in Europe: Territorial autonomy as a means of minority protection and conflict solution in the European experience – An overview and schematic comparison”, GfBV.

Thomas Benedikter (2010), The World’s Modern Autonomy Systems, EURAC Bozen (free download from Internet),

Thomas Benedikter (ed., 2009), Solving Ethnic Conflict through Self-Government, EURAC Bozen (free download from Internet).

Autonomy Arrangements in the Worls, South Tyrol

South Tyrol: a model for autonomous regions?

Necat Ayaz

Necat Ayaz is an exiled Kurdish writer and journalist originally from Turkey. He is editor and founder of Infowelat online magazine since 2013. He has been living in Belgium since 2020. He is the author of Katalonya: Dirok Ziman Otonomi (Catalonia: History Language and Autonomy) and Ispanya”da Ozyonetimin Tarihi (The History of Self-Government in Spain).

Li vê jî binêre

Ji bo zimanê baskî dimeşin

jBernameya beza Korrikayê ya ji bo parastina zimanê baskî dest pê kir. Meşa 10 roj …