Pasolini û Zimanê Dayikê

Pier Paolo Pasolini li gel xebatên xwe yên sînemayê, nivîskar û helbestvanekî xurt bû jî.

Wî helbestên xwe yên pêşî bi zimanê dayika xwe Frîûlî nivîsandin.

Bi armanca parastina zimanê Frîûlî, di sala 1945’an de “Academiuta di lenga furlanayê” damezrand.

Pier Paolo Pasolini li gel xebatên xwe yên sînemayê, nivîskar û helbestvanekî xurt bû jî. Wî helbestên xwe yên pêşî bi zimanê dayika xwe Frîûlî nivîsandin û ji bo zimanê Frîûlî ji bîr nebe, ew sala 1945’an “Academiuta di lenga furlana” vedike ku weke înstûtûyeke ziman û helbestê tê zanîn.

Pier Paolo Pasolini, bêhtir bi filmên xwe hate naskirin di heman demê de helbestvanekî xurt bû jî. Her wiha ew zimanzanekî di ser xwe re bû û pirr xweşik resm jî çêdikirin. Ji lewma jî mirov dikare bi rehetî bibêje, ew yek ji întelekteelên qewî yê sedsala 20’an e. Sekna wî ya li hember desthilatê, filmên wî yên li hember faşîzmê û helbestên wî yên bi şêwezarê Frîûlî yê herêma Îtalyayê, nîşan didin ku ew rewşenbîrekî bê tirs bûye. Ji ber nihêrînên xwe gelek caran ji hêla faşîstan ve hatiye dadgehkirin û di saxiya wî de qet rehetî nedan wî. Jixwe, kuştina wî jî hîna nehatiye zelalkirin, ji lewma di şeveke tarî de hêzên tarî êrişî wî kirin û ew kuştin. Termê wî jî avêtin kolanan û bi vî awayî heqaret lê kirin. Lê dîsa jî nikaribûn ramanên wî bikujin.

Ramanên Pasolini jî eynî weke wê helbesta “Xweliya Gramscî” ku diyariyê ruhê Gramscî kiriibû, dê bibûna xwelî û li her derî belav bibûna. Faşîzma li Îtalyayê nivîskar û ramangêrê nemir Antonio Gramscî di zindanê de kuştibû. Pasolini jî baş bîra vê yekê biribû û di rêçika Gramscî de dimeşiya da ku rûyê faşîzmê yê qirêj nîşan bide. Hunerê xwe ji bo vi tiştî bi kar anî û bi filmê xwe yê dawî “Salò o le 120 giornate di Sodoma” (1975) heyfa xwe û ya Gramscî ji faşîzmê hilanî.

Faşîzma li Îtalyayê nivîskar û ramangêrê nemir Antonio Gramscî di zindanê de kuştibû. Pasolini jî baş bîra vê yekê biribû û di rêçika Gramscî de dimeşiya da ku rûyê faşîzmê yê qirêj nîşan bide.

Pier Paolo Pasolini di 20 saliya xwe de pirtûka xwe ya yekem a helbestan dinivîse. Pirtûk bi navê “Poesie a Casarsa” ye û bi zimanê Frîûlî di sala 1942’an de hatiye çapkirin. Frîûlî weke herêmeke Îtalyayê jî tê zanîn û li wir ji xeynî zimanê Îtalî, xelk bi zimanê Frîûlî diaxive. Divê neyê jibîrkirin ku ji bo Pasolini ev helwêst yan jî tercîheke hunerî nebû, her wiha li hemberî zimanê standart ê Îtalî û xweferzkirina zimanekî berfirehtir, sekneke polîtîk bû jî. Di heman demê de çalakiyeke serhildêr ya zimanî bû li hember desthelatdaran û dewleta faşîşt a Musolînî.

Dayik hêz û îlhama wî ye

Pasolini di sala 1922’yan de li Bolognayê tê dinyayê. Lê ji ber dayika wî Susanna Colussi ji “Casarsa della Delizia” ye, têkiliyeke wî ya taybet bi Casarsa û her wiha herêma Frîûlî-Venezia Giulia re heye. Pasolini ji bavê xwe bêhtir bi dayika xwe ve girêdayî ye û ji dayika xwe gelek hez dike. Ev hezkirina wî di berhemên wî yên hunerî de xwe dide der û hin helbestên xwe diyarî diya xwe dike. Belkî jî ber vê hezkirinê ye ku ew zimanê dayika xwe ti carî ji bîr nake û helbestên xwe yên ewilî bi zimanê dayikê, ango bi şêwezarê Frîûlî dinivîse û zimanê fireh û berbelav yê Îtalyayî di destpêkê de bi kar naîne.

Zarokatiya Pasolini û havînên wî bêhtir li Frîûlî derbas dibin. Jixwe, gora Pasolini û malbata wî jî li Casarsayê ye. Yanî Casarsayê bi her awayî tesîr li ser hizr û nihêrînên Pasolini ên hunerî kirine. Ji lewma, helbestên wî yên ewilî li ser “Casarsa”yê ne. Piştî pirtûka wî ya ewilî “Poesie a Casarsa” koleksiyoneke wî ya helbestan ya bi navê “La meglio gioventù” jî tê çapkirin ku helbestên di vê koleksiyonê de jî bi şêwezarê Frîûlî hatine nivîsandin. Tenê ne helbestên wî, berhema wî ya “I Turcs tal Friùl” (Stranên ji Frîûlî) ku di sala 1944’an de weke lîstikekê (metneke şanoyî) nivîsandibû jî dîsa bi zimanî Frîûlî bû. Her wiha wî dîmenên filmê xwe yê bi navê “Medea” jî li gola Grado ya herêma Frîûlî girtine û bi vî awayî ti carî Casarsa ango gundê dayika xwe û hizr û bibîranînên xwe jibîr nekirine.

Zimanekî herêmî û Academiuta di lenga furlana

Li gorî Pasolini ziman dikarîbû hin herêman pênase bikin û nasnameyekê jê re ava bikin.

Li gorî Pasolini ziman dikarîbû hin herêman pênase bikin û nasnameyekê jê re ava bikin. Ji lewma wî digot, “Ji glottolojiyê bêhtir tiştekî ku zanistê îfade bike, tine ye. Zimanê herêmekê derbarê berxwedana xweseriya xelkekî de jî peywireke girîng hildigire ser milê xwe. Jixwe, tişta ku bawerî û hişmendiya kesên Frîûlî xurt kir parastin û bîrbirina ziman bi xwe bû.” Pasolini bi van hizran di sala 1945’an de li herêma Casarsayê, di nav rezên tirî de “Academiuta di lenga furlana” vedike û derbarê zimanê Frîûlî de xebatên bi qîmet dibe serî. Pasolini û hevalên xwe “Academiuta di lenga furlana” ji bo birayê Pasolini yê bi navê Guido bi bîr bînin vedikin. Birayê Pasolini Guido ji bo bi faşîstan re şer bike, dibe gerîla û bi destê partîzanên Tîtoyî tê kuştin.

Înstîtûya ziman û helbestê

Ev akademî di heman demê de weke înstîtûyeke ziman û helbestê dixebite. Bi vî awayî Pasolini û hevalên xwe zimanê Frîûlî ku weke “zimanê safî yê helbestê” didîtin, diparêzin û vî zimanî fêrî xelkê herêmê dikin.

Ev akademî di heman demê de weke înstîtûyeke ziman û helbestê dixebite. Bi vî awayî Pasolini û hevalên xwe zimanê Frîûlî ku weke “zimanê safî yê helbestê” didîtin, diparêzin û vî zimanî fêrî xelkê herêmê dikin. Nexasim jî hin zarokên gundî û cotkaran ên ku piştî şer ji dibistanên xwe bûbûn, li akademiyê dihatin bicihkirin û perwerde dibûn. Helbestavan û xwendevan, nexasim rojên yekşeman kom dibûn û helbest dixwendin. Dema helbest dixwendin, kemanjen Pina Kalc jî li kemanê dixist û bi vî awayî xelkê li akademiyê wextekî xweş derbas dikir. Akademiyê kovareke bi navê “Stroligût” jî derdixist û ev kovar weke kovareke fermî ya akademiyê 5 hejmaran derçû. Pasolini edîtoriya kovarê dikir. Di kovarê de helbest û nivîsên derbarê ziman de dihatin çapkirin.

‘Oru’ ji Frîûlî ji bo Pasolini

Piştî kuştina Pasolini* ji ber rezên li herêma Casarsayê navdar bûn, xelkê li wir ji bo Pasolini bi bîr bînin li ser navê wî şarabeke bi navê “Oru-Pier Polo Pasolini” derxistin. Peyva “Oru” bi zimanê Frîûlî tê maneya zêr. Yanî wan xebatên Pasolini yên ji bo akademiyê nedidan bi zêran! Ji lewma navekî wiha li şarabê dikin. Xelkê bi vî awayî qedrê Pasolini û xebatên wî yên ji bo zimanê Frîûlî û herêma Casarsayê zanî. Yanî wan giringiya “Academiuta di lenga furlana” ya ji bo xelkên herêmê ji bîr nekir û sala 2020’an şarebeke bi vî navî derxist. Li ser şarabê resmekî Mario Micossi heye ku ew jî yek ji şêwekarên herî xurt ê herêma Casarsayê ye. Şaraba bi navê “Oru” bi vê hevokê hat danasîn; “Ji damezirînerê mezin yê akademiya piçûk ‘Academiuta di lenga furlana’ re, ji Frîûlî ji bo Pasolini.”

* 2´yê Mijdara 1975´an Pasolini bi şev hat kuştin. Qatilê hingê 17 salî li xwe mikur hat ku ew kuştiye û xelkê bi gefa kuştina malbata wî ew mecbûr kiriye, Pasolini bikuje. Ji ber bûyerê 9 sal û 7 meh cezayê hepsê lê hat birrîn, lê ew sala 1982´yan tehliye bû. Sala 2005´an jî wî heman daxuyanî da, lê di nava heman salê de bi daxuyaniyeke din red kir ku ew qatil e û kesên nasnameya wan nediyar Pasolini kuştine.

————-

Gotar ji aliyê Ardîn Dîren ve hatiye nivîsandin û cara pêşî di Medium.com de hatiye weşandin. 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

A plurality of Chinese languages

In the PRC, where Mandarin Chinese is aggressively promoted as the official language, a similar …