Li Îtalyayê sebeba krîza coronayê sîstema neo-lîberal e

Hukumetên Îtalyayê bi salan butçeya tenduristiyê kêm kirin û di encamê de her ku çû hejmara nexweşxane, doktor û hemşîreyan kêm bû. Ev qada di destê dewletê de, ji bo cî ji şîrketên taybet re vebe hat bisînorkirin û veguherî qadeke bazirganiyê.

Îtalya li gorî aboriya kapîtalîst, ji aliyê zengîniyê ve li cîhanê welatê 8emîn e. Hebûna wê ya madî zêdetirî 2 trîlyon euro ye,  hatina wê ya salane jî serê her mirovî ji 34 dolarî zêdetir e.

Lê li aliyekî din jî, Îtalya ji ber belavbûna koronayê bêzar bûye û ji aliyê hejmara kesên ji vê nexweşiyê dimirin, bûye welatê yekemîn ê li cîhanê.

Gelo çima welatekî ewqas halxweş tê hesibandin, di demeke kurt de ji ber vîrusa coronayê dikare têkeve rewşeke wisa?

Bersiva siyasetmedarê Îtalyan Maûrizyo Aserbo ji bo vê pirsê heye.

Sekreterê Partiya Rîfûndazyone Komûnîsta ango Jinûvedamezrandina Komûnîst di hevpeyvîna xwe ya di Prensa Latînayê de dibêje, berpirsê hilweşîna dawî ya li Îtalyayê sîstema neo-lîberal e.

Aserbo diyar dike, krîza dawî ya ji ber koronayê derket, bêkêrbûna siyaset û modela neolîber ku ji aliyê hemû hukumetan ve hatiye meşandin, nîşan dide. 

Siyasetvanê komunîst wiha diaxive:

Hukumetên Îtalyayê bi salan butçeya tenduristiyê kêm kirin û di encamê de her ku çû hejmara nexweşxane, doktor û hemşîreyan kêm bû. Ev qada di destê dewletê de, ji bo cî ji şîrketên taybet re vebe hat bisînorkirin û veguherî qadeke bazirganiyê.

Dawiyê tenduristî bû sektoreke zêde buha û ket xizmeta dewlemendan.

Aserbo dide zanîn, yek ji sebeba belavbûna vîrusa koronayê ya li bakurê Îtalyayê, bi derengî girtina febrîyan e ku bi sedhezaran karker lê dixebitîn.

Li gorî siyasetvanê îtalyan, hukumet ji bo berjewendiyên şîrketên mezin, di destpêkê de xwe nedaye ber biryarek wiha.

Aserbo li ser mijarê wiha diaxive:

Dema vîrusa corona dest bi belavbûnê kir, ji bo berjewendiyên aboriyê yên malmezinan, xwestin febrîqe karên xwe bidomînin. Dema rewş giran bû, febrîqe girtin lê êdî nexweşî belav bûbû.

Siyasetê newêrî ji şîrketên mezin re bêje “na”. Ji ber ku mantiqa berjewendiyên madî di ser ya bejwendiyên civakî re bû.

Aserbo di mijara parastina tenduristiya gel de rexneyên giran li sîstema heyî ya li Îtalyayê dike û wiha lê zêde dike:

Nexweşiya coronayê, lawazî û şaşiyên neo-lîberalîzm û kapîtalîzmê raxist pêş çavan û careke din pêdiviya aktûelbûna sosyalîzmê deranî holê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …