Îtalya nikare pêşî li koçberiyê bigire

Di du rojên dawî de zêdetirî 3,000 koçber gihîştin girava Lampedusa ya li başûrê Îtalyayê.

Rotaya di navbera Afrîka û Îtalyayê de yek ji rotaya herî bi xetere ya koçberan e.

Cara dawî, boteke koçberan a ji Tûnisê bi rê ketibû, nêzîkî peravên Lampedusayê binav bûbû û 41 kes miribûn.

Pêla koçberan a ber bi Îtalyayê ve bêyî ku leza wê kêm bibe berdewam dike.

Di du rojên dawî de zêdetirî 3,000 koçber gihîştin girava Lampedusa ya li başûrê Îtalyayê.

Qismeke koçber jî berê xwe dan Sicilyayê û gihîştin Porto Empedocle ya li vê giravê.

Ev pêla dawiyê zextê li ser kapasîteya mazûvaniya Îtalyayê dike û hukumeta Giorgia Meloni dixe nava hewldanan.

Serokwezîra Îtalyayê Meloni bang li rêxistinên sivîl kir, ji bo mazûvaniya koçberan alîkariyê bikin.

Rotaya di navbera Afrîka û Îtalyayê de yek ji rotaya herî bi xetere ya koçberan e.

Cara dawî, boteke koçberan a ji Tûnisê bi rê ketibû, nêzîkî peravên Lampedusayê binav bûbû.

Di vê qezaya wekî karesatê de qismek ji wan zarok, 41 kes miribûn.

Pêlên deryayê yên mezin bûbûn sebeb, bota 45 kes tê de piştî rêwitiya 6 saetan binav bibe.

Îsal 2,387 kes xeniqîn

Bîlançoya qurbaniyên rotaya Tûnis-Îtalyayê sal bi sal hîn bêtir giran dibe.

Rêxistinên koçberan diyar dikin, ji destpêka îsal û vir ve 2,387 kes di vê rotayê de xeniqîn.

Bîlançoya qurbaniyên rotaya Tûnis-Îtalyayê sal bi sal hîn bêtir giran dibe.

Rêxistinên koçberan diyar dikin, ji destpêka îsal û vir ve 2,387 kes di vê rotayê de xeniqîn.

Rotayên koçberiyê yên ji Tûnis û Lîbyayê ber bi Îtalyayê ve. /Harîte: Mdpi.com

Meha borî, Yekitiya Ewrûpayê ji bo pêşî li pêla koçberiyê bigire bi hukumeta Tunisê re peymanekê mor kiribû.

Di çarçoveya vê peymanê de, Yekitiya Ewrûpayê bi mebesta li hemberê koçberên bê kaxiz têkoşînê bike 100 milyon Euro dide Tunisê.

Rêxistinên penaber û koçberan ên navneteweyî reaksiyon nîşanî peymanê dabûn û Yekitiya Ewrûpayê bi hevkariya rejîmên otorîter re sûcdar kiribûn.

Infowelat

———————-

Foto: Komeke penaberên Afrîkî yên li ser riya Îtalyayê. /Infomigrants.net 

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

VVJ and EFJ condemn raid on Kurdish TVs

Ronî Riha The Flemish Union of Journalists and the European Federation of Journalists have condemned …