Meşa Leşkerên Nemir ji aliyê wateya xwe ya dîrokî ve xwe dispêre rizgariya Ewrûpayê ji Naziyan.
Artêşa Sovyetê 9’ê gulana 1945’an Almanyaya Nazî têk biribû û paytext Berlîn dagir kiribû.
Şerê li Ûkraynayê wekî gelek qadên din îsal bandora xwe li pîrozbahiyên Roja Serkeftina li dijî Almanyaya Nazî jî kir.
Ev roja ku wekî V-Day tê pênasekirin, her sal li welatên Ewrûpayê tê pîrozkirin.
Lê di pîrozbahiyên îsal de alozî rû dan û alîgirên Ûkraynayê û çalakgerên tevlî bernameyên vê rojê bûn cî bi cî bi hev ketin.
Yek ji çalakiya herî girseyî a îsa li bajarê Almanya Frankfûrtê hat lidarxistin.
Di meşê de alên Sovyetê û Rûsyayê hatin hilgirtin û sloganan serkeftina leşkerên Sovyetê hate pîrozkirin.
Navendeke din a çalakiyên li Almanyayê paytext Berlîn bû.
Li ber abîdeya Sovyetê ya li vî bajarî merasîmek hat lidarxistin.
![](https://infowelat.com/wp-content/uploads/spain2-300x261.jpg)
Sefîrê Ûkraynayê hat protestokirin
Li gel hin siyasetvanên alman, sefîrê Ûkraynayê yê li Berlînê Andriy Melnyk jî tevlî merasîmê bû.
Lê tevlîbûna Melnîk a bo merasîmê bû sebeba aloziyê.
Komek welatiyên li ciyê merasîmê sefîrê ûkraynî protesto kirin.
Li ser vê yekê, komeke din a ji beşdaran jî bi slogan û stranan destek dan Andrij Melnyk.
Li Îtalyayê çalakiya herî girseyî ya ji bo bîranîna Leşkerên Nemir li paytext Romayê hat lidarxistin.
Beşdarên çalakiyê alên Yekîtiya Sovyetê, Belarûs û Moldovayê hilgirtin.
Li Îspanyayê navenda çalakiyên îsal paytext Madrîd bû.
Lêbelê wekî Almanyayê, li vir jî alozî derket û meşa ji bo bîranîna rojê hate protestokirin.
Alîgirên Ûkraynayê li dijî çalakiyê meşeke paralel li dar xistin.
![](https://infowelat.com/wp-content/uploads/VEday2_2-300x147.jpg)
Paşxaneya dîrokî ya V-Dayê
Meşa Leşkerên Nemir ji aliyê wateya xwe ya dîrokî ve xwe dispêre rizgariya Ewrûpayê ji Naziyan.
Artêşa Sovyetê 9’ê gulana 1945’an Almanyaya Nazî têk biribû û paytext Berlîn dagir kiribû.
Di şer de ji 20 milyonî zêdetir welatiyên Yekitiya Sovyetê miribûn û gelek bajarên li vî welatî bi erdê re bûbûn yek.
Meşa Leşkerên Nemir ji bo bîranîna berdêlên giran û serkeftina leşkerên sovyetê, di salên dawî de li Rûsya û Ewrûpayê tê lidarxistin.