Îtalya ji Swîsreyê penaberan qebûl nake

Îtalya berpirsiyên xwe yên ji bo Peymana Dublinê de betal kiriye.

Ev welat êdî penaberên Swîsre paş ve jê re dişîne wê qebûl nake.

Hukumeta Îtalyayê radigihîne, kapasîteya wê ya hewandina penaberan êdî bi dawî bûye.

Îtalya êdî penaberên Swîsre paş ve jê re dişîne qebûl nake.

Biryara hukumeta Îtalyayê cara ewil ji aliyê  Sekreteriya Koçberiyê ya Swîsreyê (SEM) ve hate ragihandin.

SEM bi nûnerên kantonan re civînekê li dar xist û wan derbarê mijarê de ew agahdar kirin.

Saziya Swîsreyê got, Îtalya berpirsiyên xwe yên ji bo Peymana Dublinê de betal kiriye.

Biryara Îtalyayê wê heta 2’yê Gulana 2023’an dom bike û paşê çav li riyê Îtalya careke din berpirsiyên xwe yên ji bo peymanê bi cî bîne.

Swîsre dixwest 184 penaberên ji Îtalyayê hatine, bişîne vî welatî.

SEM diyar dike, 152 kes ji vê hejmarê kesên îltîcaxwaz in û yên mayî ne xwedî mafê îltîcayê ne.

Li gorî agahiyên SEM’ê, Îtalya pêla dawî ya penaberiyê wekî sebeba vê biryara xwe nîşan daye, .

Di mehên dawî de, hema her roj bi dehan penaber bi riya rota Deryaya Spî tên Îtalyayê.

Hukumeta Îtalyayê radigihîne, kapasîteya wê ya hewandina penaberan êdî bi dawî bûye û lewma jî ew dixwaze pêşî li hember penaberiyê bigire.

Sîstema penaberiyê ya Swîsreyê

Du kantonên Swîsreyê Bern û Cenev meha borî ji hukumeta federal re gotibûn, ew ê heta demekê nikaribin penaberan bihewînin.

Swîsre jî wekî hin welatên din ên Ewrûpayê di salên dawî de rastî pêleke zêde ya penaberan tê.

Di sala 2022’an de ji 100,000’î zêdetirî kes ji bo penaberiyê serî li Swîsreyê dabûn.

Ev jî barê li ser sîstema penaberiyê ya Swîsreyê girantir kiribû.

Du kantonên Swîsreyê Bern û Cenev meha borî ji hukumeta federal re gotibûn, ew ê heta demekê nikaribin penaberan bihewînin.

Çendekî berê jî, hukumeta Swîsreyê ji bo hewandina penaberan 500 leşker peywirdar kiribû.

Çi ye Peymana Dublinê?

Dublin peymaneke li ser penaberiyê ye ku di 2013’an de di navbera welatên Ewrûpayê de hatiye îmzekirin.

Welatên endamên Peymana Dublinê.

Dublin peymaneke li ser penaberiyê ye ku di 2013’an de di navbera welatên Ewrûpayê de hatiye îmzekirin.

Ligel endamên Yekitiya Ewrûpayê, Swîsre, Norwêc û Islandê jî endamê vê peymanê ne.

Kesên ku li welatekî endamê vê peymanê serî li îltîcayê dabin, divê prosedûrên xwe yên ji bo penaberiyê li wî welatî bidomînin.

Eger ev kes beriya ku derbarê wan de biryar bê girtin biçin welatekî din, mafê wî welatî heye wan li welatê ewil vegerîne.

Derbarê Fatoş Demirtaş

Fatoş Demirtaş rojnamevenake Kurd a ji Bakurê Kurdistanê ye. Wê cara pêşî di 1999’an de li Azadiya Welat dest bi rojnamevaniyê kir û paşê heft salan li navenda rojnameya Gundemê ya li Stenbolê xebitî. Ew dema ji bo Belediyeya Baxlera dixebitî, di 2017’an de ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ji kar hate girtin. Demirtaş ji sala 2019’an û vir ve li Swîsreyê wekî penaberekî polîtîk dijî.

Li vê jî binêre

Jiyana zarokê kurd xelata Cenevê wergirt

Fatoş Demîrtaş Fîlmekî dokumanter a di derbarê jiyana zarokekî kurd de li Swîsreyê xelat wergirt. …