Sekreteriya Polîtîkaya Ziman a Katalonyayê agahiyên li ser rewşa sosyolîngûîstîk a ziman weşand. Ev dane di derbarê 947 bajar, bajarok û navendên din ên li Katalonyayê ne ku xwedî belediye ne. Agahiyên sosyolîngûîstîk ên li ser zimanê Katalanî êdî bi riya malperekê dikare bê peydekirin. Daneyên sosyolîngûîstîk ên derbarê rewşa …
Bêtir »Marok perwerdeya Amazîxî pêş de dibe
Marok plan dike heta sala 2030’an hejmara zarokên perwerdeya zimanê Amazîxî werdigirin bike 4 milyonî. Ji bo ev hedef pêk were wê li welêt 12,000 navendên perwerdeyê bên vekirin. Niha li Marokê 330,000 xwendekar dersa zimanê Amazîxî werdigirin. Marok dixwaze perwerdeya bi zimanê Amazîxê pêş ve bibe. Dewlet plan dike, …
Bêtir »Ewrûpa ji bo ziman bang li Brîtanyayê kir
Konseya Ewrûpayê bang li Brîtanyayê kir zimanên kêmar ên di nava sînorên xwe de biparêze. Di rapora konseyê de zimanên li Bakurê Îrlandayê, Skotland, Cornwall û Welatê Galê cî girtin. Rapor bi mebesta şopandina Konvansiyona Çarçove ya ji bo Parastina Kêmarên Neteweyî (FCPNM) hate nivîsandin. Ewrûpayê rapora xwe ya derbarê …
Bêtir »Gundekî Îtalyayê û xelata zimanê dayikê
Xelatên Nivîsariya bi Zimanê Dayikê ya Ostanayê vê havînê wê bên dayîn. Îsal nivîskar, wergêr, stranbêj û derhênerên Baskî, Astûryasî, Skotlandî, Korsîkayî û Arpîtanî bûn xwediyê xelatê. Ostana gundekî li bakurê Îtalyayê û bi zimanê Oksîtanî diaxive. Xelatên Ostana ya 2023’an wê îsal carekê din biçe ji kesên bi zimanê …
Bêtir »Kanadaya federal Fransî diparêze
Parlamentoya Kanadayê di civîneke xwe ya dawî de reforma ji bo Qanûna Zimanên Fermî qebûl kir. Kanada bi vê reformê cara ewil li xwe mukur hat, Fransiya ku yek ji zimanê fermî yê welêt e, di bin xetereyê de ye. Kanada ji bo parastina Fransî ya di asta federal de …
Bêtir »Galîsya daxwaza parastina ziman kir
Parazvanên ziman vê carê li Herêma Otonom a Galîsyayê ya li bakurêrojhilatê Îspanyayê çalakî li dar xistin. Duh danê nîvro li 9 bajarên vê herêmê bi hezaran aktîvîstên zimanê Galîsî daketin kolanan. Miletên li bakur û rojhilatê Îspanyayê ji bo parastina ziman çalakiyên xwe berdewam dikin. Parazvanên ziman vê carê …
Bêtir »Nûnera Greenlandê axaftina bi Denmarkî red kir
Wekîleke Greenlandê di rûniştina Parlamentoya Denmarkê de bi zimanê Inuitî axivî. Nûnera Greenlandê daxwaza wergera Denmarkî ya naveroka axaftina xwe red kir. Ev jî bû sebeba nerazîbûna hin wekîlên di Parlamentoya Denmarkê de. Parlamentereke Greenlandê ya di Parlamentoya Denmarkê de bi zimanê Inuitî axaftina xwe kir. Aki-Matilda Høegh-Dam di rûniştina …
Bêtir »Fransa pêşiya belediyeyên Katalan girt
Dadgeha Îdarî ya Montpelierê duh biryara xwe ya doza belediyeyan eşkere kir. Dadgehê îhtiraza rêvebiriya parêzgeha Pyrenees-Orientalesê qebûl kir û rê li ber Katalanî girt. Di biryarê de hate ragihandin, belediyeyên mijara dozê bi riya bikaranîna Katalanî, xala 2. a Destûra Bingehîn a Fransayê îhlal kirine. Fransa destûrê nade di …
Bêtir »Ziman parçeyeke nasnameya Maltayê ye
Hukumeta Maltayê ji bo parastina zimanê ku wekî Maltese tê pênasekirin, kampanya da destpêkirin. Rêvebirî û aktîvîst herî zêde li ser girîngiya ziman a ji bo nasnameya welêt disekinin. Digel zanîna berfireh a zimanê Maltese, bandora Îngîlîzî ya li welêt gelekî xurt e. Malta ji bo bikaranîna zimanê giravê teşwîq …
Bêtir »Asturias daxwaza fermîbûna ziman kir
Komîteya Parastina Zimanê Astûrî bi boneya Hefteya Edebiyata Astûrî çalakiyeke girseyî li dar xist. Bi hezaran dildarên ziman li paytexta herêmê Oviedo ji bo fermîbûna ziman meşiyan. Li Îspanyaya daxwazên ji bo wekheviya di navbera zimanan de li herêman berbelav dibin. Vê carê, navenda çalakiyên parastina zimanê dayikê herêma otonom …
Bêtir »Çawa zimanekî mirî tê vejandin?
Bi mirina Dolly re ya di 26’ê Kanûna 1777’an de, zimanê herêma Cornwallê jî êdî nema hatiye axaftin. Niha li seranserê Cornwallê 10,000 xwendekar di 50 dibistanan de fêrî zimanê Kernewek dibin. Gundê Mouseholê ya li Brîtanyayê ciyê dawî ye ku zimanê Cornwallî ango Kernewek lê hatiye axaftin. Ev der …
Bêtir »Island ziman bi GPT-4 diparêze
Island ji bo parastina zimanê giravê niha li ser projeyeke pêşxistina softwareê dixebite. Ev proje, bi riya însîyatîfa serokê Islandê HE Guðni Th. Jóhannesson dest pê kir. Şîrketa OpenAI ku hevparê vê projeyê ye, ji bo zimanê îslandî wê bernameya GPT-4 amade bike. Welatê çiya û volkanan Island ji bo parastina …
Bêtir »Bakurê Baskê ji bo ziman meşiya
Di 22yê nîsanê de nêzîkî 4,000 kesên li Bayonneê ya li Fransayê kom bûn, meşeke girseyî li dar xistin. Armanca vê çalakiyê, bidestxistina mafê lidarxistina azmûnên zanîngehê bi zimanê Baskî bû. Parazvanên zimanê Baskî li Fransayê çalakiyên xwe didomînin. Ciyê çalakiya dawî, bajarê Bayonne (bi zimanê Baskî Baiona) a li …
Bêtir »Oksîtanî bi midaxaleyeke hiqûqî hate parastin
Parlamentoya Katalonyayê qanûneke derbarê zimanê Newala Aranê de qebûl kir. Bi vê qanûnê, zimanê Oksîtanî wekî “zimanê perwerdeyê” ya Aranê hate naskirin. Şerê hiqûqî ya di meseleya ziman de ya di navbera Îspanya û Katalonyayê de berdewam dike. Vê carê eniya şer Newala Aran e ku devereke xweser a li Katalonyayê …
Bêtir »Fransa naxwaze belediye bi Katalanî biaxivin
Duh li Fransayê Dadgeha Îdarî ya Montpelierê ji bo dozeke sosret rûnişt Doz ji ber giliyê Parêzgeha Pyrenees-Orientales a li başûrê Fransayê tê lidarxistin Parêzgeh îdîa dike, bikaranîna Katalanî ya di civînên meclîsên belediyeyan de li dijî Destûra Bingehîn e Fransa bi riya dadgehê dixwaze pêşî li bikaranîna katalanî ya …
Bêtir »Ji Perspektîfa Hîpoteza Sapir-Whorf: Raman û Ziman
Hîpoteza Sapir-Whorf, bi salan e eleqeya zimanzanan, antropologan û derûnasan dikişine. Li gor vê terorîyê, bastûra zimanekî, bandorê têgihiştin(cognition), nêrîna jiyanê û heta çanda axaftvanên wî zimanî dike(Sapir, 1929; Whorf, 1956). Her çend ev teorîyê di nav zanyaran de bê nîqaşêkirin jî, çarçoveyek balkêş ji bo analîzkirina zimanên cihêreng pêşkêşî …
Bêtir »Galê plana parastina ziman amade kir
Hukumeta Galê dixwaze heta sala 2050 hemû zarok bikaribin bi zimanê Galî biaxivin. Di çarçoveya plana ji bo ziman de, hukumeta herêmî bi partiya serxwebûnxwaz Plaid Cymru re Peymana Hevkariyê îmze kir. Hukumeta Welatê Galê ji parastina ziman planeke qanûneke berfireh amade dike. Armanca hukumetê ev e, heta sala 2050 …
Bêtir »Wergerandina Ulyssesê xebateke polîtîk û dîplomatîk e-2
Ji niha ve bi xêra Ulyssesa me di navbera Ayrlendê û Kurdistanê de girêdaneke qayîm û neqetên çêbûye jî. Dostên me yên li Ayrlendê zêde dibin. Ayrlendê, wekî heqê min wergêrî, piştevaniyeke darayî jî da min, kerem û letafeta ku kurd çu caran layîqî hev du nabînin. Pirtûka Ulyssesê ya …
Bêtir »Li Welatê Baskê şoreşa ziman
Encamên Anketa Sosyolîngûîstîk a 2021’an a Welatê Baskê hate weşandin. Daneyên dawî nîşan didin, di 30 salên dawî de 261.000 kes fêrî zimanê Baskî bûne. Ev serfirazî li Welatê Baskê ji bo parastina ziman wekî şoreşekê tê qebûlkirin. Li Welatê Baskê polîtîkaya parastina ziman encamên serfiraz bi xwe re tîne. …
Bêtir »Ulysses hişmendiya kolonîzebûyî têk bir-1
Joyce bi berhemên xwe ve, nemaze bi Ulyssesa xwe ve, li hemberî kolonyalîzma giran a ingilîzan karekî gewre û ‘ezîm pêk aniye û berê hişmendiya kolonîzebûyî daye têkçûnê. Niha îro, bêtir ji her demê, pêdiviya me kurdan bi vê yekê heye. Nivîskar û wergêr Kawa Nemirî têkildarî wergera Ulyssesê got: …
Bêtir »Zazakî wê li Stenbolê bê fêrkirin
Belediyeya Stenbolê ku 3 sal berê dest bi dayîna dersên kurdî (kurmancî) kiribû, niha jî ji bo kirmanckî/zazakî qursê vedike. Bernameya ku dê 96 saetan bidome, yên bixwazin dikarin navên xwe qeyd bikin. ÎSMEK (Qursên Perwerdehiya Pîşe û Hunerê) di bin banê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de di gelek …
Bêtir »