Hikumeta Almanyayê tê damezrandin

Li Almanyayê piştî 45 rojan hikumeta federal li hev kirin.

CDU/CSU û SPDê di encama muzakereyan de ji bo koalisyonê li hev kirin.

Li Almanyayê Partiyên Yekîtiya Xrîstiyan CDU/CSU û Partiya Demokratên Sosyal SPDê ji bo damezrandina koalîsyona federal li hev kirin.

Heyetên di bin serokatiyên lîderê Partiya Yekîtiya Xrîstiyanên Demokrat Friedrich Merz, lîderê Yekîtiya Xrîstiyanên Sosyal Markus Soder û hevserokên giştî yên SPDê Lars Klingbeil û Saskia Esken ji bo tûra dawî ya hevdîtinên koalisyonê gel hev.

Piştî ku protokola koalisyonê ji aliyê endamên partiyan ve hat pesendkirin, şirîkên koalisyonê wê protokola koalisyonê îmze bikin.

Tê payîn, hikumeta koalisyonê di 7ê gulanê de were damezrandin û li pêyî vê proseyê serokwezîr li Parlamentoya Federal were hilbijartin.

Di hilbijartina Almanyayê ya di 23yê sibatê de partiyên CDU/CSU ji 28.5 ji %  dengan wergirtibûn û bibûn yekemîn.

Partiya rastgirên tundrew bi rêjeya 20.8 ji %  bûbû duyem û SPD jî bi rêjeya 16.4 ji % di rêza sêyemîn de cî girtibû.

Parlamentoya Almanyayê ji 630 kursiyan pêk tê.

Li gorî encama hilbijartinê, CDU/CSU 208 kursî û SPDê jî 120 kursî bi dest xistibûn.

Infowelat

———————————————

Foto: Parlamentoya Almanyayê 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …