A.Rahman Çelîk
Yekîtiya Ewrûpayê ji bo pêşiyê li serlêdanên îlticayê bigire di nava tevgerê de ye.
Yekîtiyê li ser pêşniyara Komisyona Ewrûpayê lîsteyeke 7 welatên ewle belav kir.
Navê welatên ewle Kosova, Kolombiya, Marok, Tûnis, Misir, Bangladeş û Hîndistan e.
Ya balkêş ev e, Tirkiyê di vê lîsteyê de cî negirt.
Yekîtiya Ewrûpayê ji bo pêşiyê li serlêdana wan a îlticayê bigire lîsteyeke “welatên belav kir.
Li li ser pêşniyaza Komîsyona Ewrûpayê Kosova, Kolombiya, Fas, Tûnis, Misir, Bangladeş û Hîndistan di vê lîsteyê de cî girtin.
Eger pêşniyaz bê qebûlkirin, serlêdanên îlticayê yên kesên ji van welatan wê bên redkirin.
Kesên ji van welatan bi qaçaxî derbasî Ewrûpayê bûne jî wê bên dersînorkirin.
Komîserê Koçberiyê Magnus Brunner destnîşan kir ku gelek serlêdanan îlticayê li ser hev kom bûne.
Li seranserê Ewrûpayê partiyên rastgirên tundrew polîtîkayên li dij koçberan dimeşînin û bi van polîtîkayan zextê li Brukselê dikin.
Welatên wekî Swêd, Îtalya, Denmark û Holandayê di 2024an de ji bo tedbîr li dijî penaberîyê bigire serî li Yekitîya Ewrûpayê dan.
Tirkîye ne “welatê ewle” ye
Sala 2015an lîsteyeke heman rengî hatibû pêşniyarkirin.
Ji ber sedema ku li ser beşdarkirina Tirkiyê nîqaşên dijwar hatibûn kirin, Yekîtiyê vê planê betal kiribû.
Ji bo plana Yekîtiyê têkeve meriyetê, divê e ji aliyê Parlamentoya Ewrûpayê û welatên endam ve were pesendkirin.
Kom û saziyên mafên mirovan biryarê rexne dikin, dibêjin li van welatan hîna jî mafên mirovan tên binpêkirin û vê gava Yekîtiyê koçberan dixe xetereyê.
Foto: Avahîya Konseya Ewrûpayê