The Economist: Îsraîl û Tirkîye reqîbên hev in

The Economistê li ser ragêşîya Îsraîl û Tirkîyeyê gotarekê weşand.

Kovar dibêje, “Tirkiye û Îsraîl li Sûriyê dibin reqîbên kuştina hev.”

Kovara The Economistê ya brîtanî li ser mijara ragêşîya Tirkiye û Îsraîlê bi sernavê “Tirkiye û Îsraîl Li Sûriyê Dibin Reqîbên Kuştina Hev” gotarek weşand.

Li gorî analîzê, pêşdeçûnên leşkerî û siyasî yên li Sûriyê, Tirkiye û Îsraîlê raste rast dike reqîbên hev.

The Economist balê dikişîne ser amadekarîyên Tirkiyê ku dixwest baregeha leşkerî T4 a a li Sûrîyeyê dewir bistîne.

Kovar wiha dibêje: “Artêşa Tirkiyê hesab dikir ku pergalên parastinê û dronên bi çek li baregehên Sûriyê saz bike. Bes balafirên Îsraîlê ew dan ber bombeyan û hişyarî da Tirkiyê ku bila li Sûriyê baregehan nefikire.”

Wezîrê Parastinê Îsrael Katz jî hişyarî da rêveberiya Sûriyê û got : “Eger Hûn derî ji hêzên dijmin re vekin, hûnê berdêleke giran bidin.”

Di nûçeyê de tê gotin ku tevî ku Erdogan li dijî kurdan zorê dide hikumeta HTŞê, Îsraîl jî kêmarên Durzî derdixe pêş û federalîzmê pêşniyaz dike.

The Economist îhtimalê nade şerekî di navbera Tirkiye û Îsraîlê.

Infowelat

———————————————–

Foto: Balafirgeheke leşkerî ya li Sûrîyeyê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …