Konferansa navneteweyî ya ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Meseleya Kurd re Çareserîya Polîtîk 11-12yê nîsanê de li Romayê hat lidarxistin.
Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) malovaniyê ji konferansê kir û ji welatên cuda li derdora 300 kes tevlî bernameyan bûn.
Konferansa Navneteweyî ya Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Meseleya Kurd re Çareserîya Polîtîk di 11-12yê nîsanê de li Romayê hat lidarxistin.
Konfederasyona Karkeran a Îtalyayê (CGIL) malovaniyê ji konferansê kir û ji welatên cuda li erdora 300 kes tevlî bernameyan bûn.
Vekirina konferansê ji alîyê Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê Yilmaz Orkam û Serokê Têkiliyên Navneteweyî ya Sendîkaya CGIL a Îtalyayê Salvatore Marra kirin.
Salvatore Marra got «em ji bo pirsgirêka Kurd çareseriyekî siyasî digerin » û wiha gotinên xwe domandin :
« Em xwedî li banga Ocalan derdikevin û piştevaniya xwe pêşkêş dikin. Dema ku lîderên cîhanê me ji bo tundiyê vexwendin, Ocalan ji bo aşitiyê vexwend.”
Endamê Meclisa Şaredariya Romayê Massimiliano Smerigilio di axaftina xwe de bi van goitnan destekê da xeta îdeolojîk a Ocalan :
“Ocalan li dijî nîjadperestî û yekperestiyê paradîgmayeke girîng pêş xistiye. Paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk hemû gelan, jinan û bindestan diparêze. Amerîka behsa azadiyê dike, lê li wir demokrasiyê tune ye. Lê Ocalan dibêje hem demokrasî û azadî ev jî gelekî girîng e.»
Kariane Westerheim: Divê bang bê bersivandin
Prof. Kariane Westerheim li ser navê xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê vê peyamê parve kir:
“Ji ber ku îro li vir im serbilind im. Kampanyaya ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî bandorek mezin kir. Bi çalakiyên hatin lidarxistin û zextên civakî kêm be jî tecrîda li Îmraliyê şikand û Abdullah Ocalan di 27ê sibatê de bangeke dîrokî kir. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya aşitiyê bidome û pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê piştgiriya xwe ya ji bo bangê ragihandin. Jody Williams li Parlamentoya Ewrûpayê piştgiriya xwe ragihand. Em careke din dibêjin divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin. Divê ev bang bê bersivandin. Bangda berdana çekan hate kirin. Xwest ku fesihkirina PKK’ê bê nîqaşkirin. Di bangê de behsa xwişk û biratiya gelên kurd û tirkan û îradeya jiyana hevpar hate kirin. Em weke xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê, piştgiriyê didin vê bang û perspektîfê. Divê birêz Abdullah Ocalan serbest bê berdan. Ji bo misogerkirina aştiyê divê rola xwe bilîze.”
Dubbins: Têkoşîna kurdan wekî têkoşîna sendîkaya me ye
Ji sendîkaya UNITEê ya Brîtanyayê Sîmon Dubbins bi wêneyê Abdulah Ocalan derket ser dikê û axaftina xwe kir.
Dubbins wiha axivî:
«Azadiya Abdulah Ocalan xewnek bû, lê niha weke îhtîmaleke giring tê axaftin. Ev geşedaneke pir cidî û girîng e. Li Tirkiyeyê êrîşên li ser demokrasiyê didomin. Hîn jî Ocalan serebst nehatiye berdan û nikare rola xwe bilîze. Li Rojhilata Navîn rewş dijwar dibe û li her derê şer heye. Têkoşîna kurdan a ji bo azadiyê mîna têkoşîna sendîkaya me ye. Bîrdozî û nirxên kurdan û felsefeya me ya jiyanê wek hev in. Em ê mil bi mil û bi gelê kurd re têkoşîna azadiyê bidomînin.”
Piştî axaftinên vekirinê panela bi navê “Banga Rêber Apo û aştî” hate lidarxistin. Moderatoriya panelê ji IPPNW-Elmanya Dr. Gisela Penteker û ji MIGRANTE’yê Father Arîs moderatoriya panelê kirin.
Fratoianni: Em hêvî dikin Tirkîye bersivê bide bangê
Di panela di dorê de endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zîlan Diyar û Sekreterê Giştî yê Partiya Sinistra ya Îtalyayê û parlamenter Nicola Fratoianni axivîn.
Fratoianni li ser pêdivîya parastina Rojava van gotinan kirin:
“Divê em Rojava biparêzin. Ji bo demokrasiya cîhanê nirxek girîng e û divê em vê nirxê biparêzin. Nirxa ku li Rojava derketiye holê îlhamê ji Ocalan digire. Ji ber vê yekê banga Ocalan û azadiya wî gelekî girîng e. Em hêvî dikin ku Tirkiye bersivê bide vê bangê û ji bo avakirina demokrasiyê gav bavêje. Divê vê pêvajoyê de peywireke girîng dikeve ser milê hêzên navneteweyî û divê rola xwe bilîzin.”
Fernandes: Çalakîya Strasbourgê îlhamê dide me
Ji Tevgera Insoumise ya Fransayê Emmanuel Fernandes di axaftina xwe de destekê da azadîya Ocalan:
«Li Fransayê tifaqeke nû di hilbijartinan de bi ser ket. Weke çepgir, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan, divê em li dijî van desthilatdariyên otokratîk bibin yek. Ji ber vê yekê ez daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikim. Ez endamê Konseya Ewrûpayê me, gelê kurd zêdetirî 15 sal in ji bo azadiya Ocalan li Strasbourgê çalakiyê dikin. Ev çalakî îlhamê dide me.”
Urrea Herrera: Bask bi Kurdistanê re ye
Parlamentera BASK’ê Diana Urrea Herrera bi gotina “Ji Ocalan re azadî” dest bi axaftina xwe kir û wiha dom kir:
“Ji bo hêzên navneteweyî însiyatîfê bigirin divê em têkoşînê mezintir bikin. Ji ber vê yekê ev konferansa navneteweyî gelekî girîng e. Welatê Baskê bi gelên Kurdistanê re ye. Li her derê têkoşînê bi hev re dimeşînin.”
Acerbo: Divê Ocalan azad bibe
Ji Çepgirên Ewrûpayê Maurizio Acerbo di axaftina xwe de li ser pêdivîya azadîya Ocalan sekinî:
“Ocalan di zindana faşîstan de têkoşîna li dijî faşîzmê çawa tê meşandin nîşan da. Ji bo hemû girtiyên siyasî rêya têkoşînê nîşan da. Ji bo yên li derve jî xeta têkoşîna polîtîk rêsand. Em wî re di heman rêyê de dimeşin û xwedî li daxwazên wî derdikevin. Em hevalên wî yên têkoşînê ne. Di dawiyê de dixwazim bibêjim ku azadiya Abdulah Ocalan divê mîna azadiya Nelson Mandela bê misogerkirin. Êdî dem hatiye; divê Ocalan azad bibe.”
Arnott: Şertên Îmralîyê neguherîne
Ji Sendîkaya Dundee ya Skotlandê Mike Arnott êrîşa li dijî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Londonê şermezar kir. Mike Arnott diyar kir ku ligel nîqaşên li Tirkiyeyê didomin jî di rewşa Ocalan de tu guhertin çênebûye. Arnott da zanîn ku divê tecrîda li ser Ocalan wê timî di rojevê de be û got: “Banga 27’ê Sibatê ya Ocalan gelekî girîng bû.”
Arnott di dawîya axaftina xwe de banga mezinkirina têkoşînê kir.
Bayindir: Paradîgmaya Ocalan demokrasîye
Hevserokê Giştî ya DBP’ê Keskîn Bayindir hemû axaftina xwe ji parastina paradîgmaya Abdulah Ocalan re veqetand.
Bayindir wiha axivî: “Banga Abdullah Ocalan rê û çareseriyeke alternatîf pêşkêş dike. Siyaseta cîhanê ya heyî li şer û dagirkeriyê teşe digire. Lê Abdullah Ocalan çareseriyeke din pêşkêş kir û nîşan da ku rêyeke din mimkûn e. Ji ber vê yekê ev bang ji aliyê hemû hêzan ve girîng hate dîtin û tê nîqaşkirin.”
Clancy: Me mafê welatîbûnê da Ocalan
Şaredara Bolonyayê Emily Clancy di axaftina xwe de got, bajarê Bolonyayê bi tevgera kurd re têkiliyên germ danîye û gelek derdorên weke femînîst, ekolojîst û sosyalîst xwedî li fikrên Ocalan derketine.
Clancy wiha dom kir : « Me mafê welatîbûnê da Abdullah Ocalan. Em hêvî dikin ku Ocalan di demeke nêz de azad bibe.”
Berdevkê Sendîkaya COBAS’ê Piero Bernocci û Dîrektora Komîteya Mafên Mirovan a CTA-Autónoma María José Cano li dûv Clancyê axaftinekê kirin.
Buldan: Ocalan tifaqa tirk-kurdan pêşnîyaz kir
Piştî axaftinên parêzer Rengîn Ergul û Faîk Ozgur Erol Endama Şandeya Îmraliyê û parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan axivî.
Pervîn Buldan der barê hevdîtina yekemîn de ev agahî dan:
“Birêz Ocalan got ku 50 sal bi serhildanê re derbas bû. Da zanîn ku înkarkirina ziman û nasnameyê me neçarî têkoşîna çekdarî kir. Got ku ev 25 sal in li ser aştiyê hûr dibe. Ji bo aştî û demokrasiyê divê têkoşîneke nû bê meşandin. Anî ziman ku ji bo aştî û demokrasiyê hewceyî bi têkoşîneke nû heye. Dema behsa vê yekê kir li ser tevgerîna hevpar a gelê kurd û tirk rawestiya. Behsa nêzîkatiya Ataturk a li hemberî kurdan û bê çawa Îsmet Înonu li cem xwe hişt, kir. Got ku rewşa niha yekîtiya Ataturk û Îsmet Înonî fêm nake û bi vî awayî li meseleyê dinêre. Ji bo tifaqa tirk-turdan pêk were, hewceye her kes paşerojê careke din di ber çavan de derbas bike.»
Balûken: Azadîya Ocalan girêdayî azadîya kurdan e
Endamê Heyata Îmraliyê ya dema berê Îdrîs Baluken bi dûv Buldan re axaftinekê kir:
Balûken Ocalan wekî lîderekî xwedî posîzyona zanistî û aşitiyê pênase kir û wiha dom kir:
“Azadiya Nelson Mandela ne azadiya wî ya kesî bû. Azadiya wî azadiya mirovên reşik bû ku bi sedsalan rastî cûdaxwazîyê hatin û hatin kolekirin. Azadiya Mandelayê re rê li ber azadiya hemû mirovên reşik vekir ku rastî cihêkariyê hatin. Ji ber vê yekê azadiya Birêz Ocalan girêdayî azadiya gelê kurd û azadiya gelên Rojhilata Navîn e. Lê ji vê wêdetir divê xwedîderketina nirxên azadiyê ya hemû mirovahiyê ye.”
Konferansa Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareserî ji Pirsgirêka Kurd re ya Navneteweyî bi encamnameyekê bi dawî bû.
ENCAMNAME
Di encama nîqaşên li konferansê hatin kirin de encamname hate amadekirin û di hizûra beşdaran de hate xwendin.
Encamnameya konferansê bi vî rengî ye:
Li paytexta Îtalya Romayê Konferansa Navneteweyî ya bi navê “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” bi beşdariya 360 nûnerên partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên jinan û ekolojiyê, parêzer, rêxistinên hiqûqî, çalakvanên aştiyê, endamên Meclisa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, akademîsyen, rojnamevan, oldar, doktor û navendên civakî yên ji welatên weke Ewropa, Efrîqa, Emerîka Latîn, Asya, Misir, Tirkiye û Kurdistanê hatin di 11 û 12’ê Nîsanê de hate lidarxistin.
Beşdarên konferansê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate kirin, bi kêfxweşî pêşwazî dikin û piştgiriyê didinê. Her wiha agirbesta yekalî ya 9’emîn a PKK’ê weke berdewamiya dilsoziya aliyên Kurd a ji bo aştiyê hate nirxandin.
Beşdarên konferansê bêbersivîya dewleta tirk a ji bo banga Ocalan û agirbesta yekalî ya PKK’ê weke metirsiyeke cidî dibînin.
Li Tirkiyeyê pêla girtina şaredar, rojnamevan, parêzer û aştîxwazan, bi awayekî eşkere rêbaza otorîter a hikûmeta Tirkiyeyê nîşan dide. Ev yek li hember daxuyaniyên siyasî yên derbarê destpêkirina serdema aştiyê de hatine dayîn bêbaweriyeke mezin çêdike.
Her wiha êrîşên artêşa Tirkiyeyê yên li ser çeperên gerîlayên PKKê berdewam dikin û nûçeyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de dîsa di rojevê de ne.
Di konferansê de zehmetî û encamên erênî yên di du salên dawî yên kampanyayê de derketine holê bi berfirehî hatin nîqaşkirin. Kampanyaya parzemînî ya ku bi gelek çalakiyên siyasî, hiqûqî û civakî pêk hat, rê li ber zextên siyasî yên li ser Konseya Ewropa, CPT û hikûmeta tirk vekir.
Bi rêya van çalakiyan fikrên Ocalan ên li ser konfederalîzma demokratîk, azadiya jinê, ekolojî, cihêrengî û perspektîfên nû yên jiyana hevpar a ji bo civakên her çar aliyên cîhanê bûne çavkaniya îlhamê.
Îro têkoşîna ji bo azadiya Ocalan tê dayin, şensê serketina banga dîrokî ya aştî û civaka demokratîk a Ocalan zêdetir kiriye. Azadiya Ocalan ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka kurd şertek pêwîst e û ev yek wê rê li pêşiya pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê veke.
Demokratîkbûna Tirkiyeyê wê li Sûriye, Rojava, Iraq, Başûrê Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn guhertinên erênî bi xwe re bîne. Di vê dema ku siyaset ber bi rastgiriyê ve diçe û bêhiqûqî, wêrankirina ekolojîk û dijminatiya li hember jinê di asta kurevî zêde dibi de, Ocalan ji herêmên herî bi krîz ê Rojhilata Navîn hêza civakê weke firsenda aştiyê dibîne. Ji ber vê yekê banga wî ji bo me ye. Banga Ocalan ji bo Rojhilata Navîn a ku yek ji herêmên herî krîtîk ên cîhanê ye, şensê aştiyê ye.
Pêşnîyaz:
Ji bo pirsgirêka kurd bi rêya azadiya Abdullah Ocalan bê çareserkirin, ev pêşniyarên li jêr divê pêk bên:
- Ji bo ku hikûmeta Tirkiyeyê bi azadiya Abdullah Ocalan dest pê bike û bikeve nava pêvajoyeke aştiyê ya cidî û watedar, zêdekirina zextên siyasî yên li ser hikûmetên Ewrûpayê.
- Wekî ku li Îtalyayê hat kirin, berfirehkirina xebatan da ku li seranserê cîhanê hemwelatiyê rûmetê bidin Ocalan.
- Bi pêşengiya sendîka û tevgerên civakî yên berfireh ên li paytextan, kampanyaya “Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bibe Roja Çalakiya Cîhanî.
- Ji bo azadiya Ocalan konser û semîner bên lidarxistin.
- Ocalan ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê weke namzet bê nîşandan.
Infowelat
Foto: Dîmeneke ji konferansê/ANF