Amerîka bi Îranê re muzakereyên nukleerê dike

Amerîka û Îran muzakereyên nukleer dewam dikin.

Tûra yekemîn dawiya hefteyê li Ûmmanê hat kirin.

Tûra duyemîn wê li paytext Romayê pêk were.

Amerîka û Îran hevdîtinên peymana nukleer ên li Ûmmanê dan destpêkirin wê li paytext Roma ya Îtalyayê dewam bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Hollandayê Caspar Veldkamp di civîneke Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de ciyê hevdîtinê eşkere kir.

Ji sala 1980an ve têkîliyên dîplomatîk ên Amerîka û Îranê her du welatan tune ne.

Amerîka û Îran bi navbeynkarîya Ummanê, di 12ê nîsanê de civîna yekemîn li dar xistin.

Donald Trump li ser pirsekê wiha axivî:

“Ji bo Îranê em bi kesan re hevdîtinan pêk tînin. Di meseleya Îranê de, di demeke gelekî nêzîk de em ê biryarekê bigirin.”

Serokê Ajansa Enerjiya Atomê ya Navneteweyî (UAEA) Rafael Grossi jî li ser babetê daxuyanî da.

Rafael Grossî da zanîn ku beriya hevdîtinên tûra duyemîn a Îran û Amerîkayê, “di nava vê hefteyê de” ew ê serdana Tehranê bike.

Serokê Ajansê li ser mijarê got:

“Di vê dema ku pêdiviya lezgîn bi çareseriyên dîplomatîk heye de, giring e ku bi Ajansê re angajman û hevkarî were domandin.”

Li gorî çavkaniyeke dîplomatîk, serdana Rafael Grossî tê plankirin roja pêncşemê were kirin.

Infowelat

—————————————–

Foto: Fuzeyên menzîldirêj ên Îranê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …