A. Rahman Çelîk
Rageşiya di nava hêzên cîhanê de dibe sedema tetbîqatên leşkerî.
Li parzemînên Ewrûpa û Asyayê tetbîqatên mezin tên lidarxistin.
Li Deryaya Reş NATO û li nêzîka Taywanê Çîn tetbîqatê li dar dixin.
12 welatên NATOyê li ser Çemê Tunayê û peravên Deryaya Reş ên Romanyayê dest bi tetbîqata salane ya deryayê kirin.
Zêdetirî 2.300 leşker beşdarî tetbîqata wekî “Mertalê Deryayê” tê pênasekirin
Armanca tetbîqatê wekî xurtkirina hevkariya di navbera welatan de hat ragihandin.
Ji bilî Romanyayê, Amerîka, Albanya, Brîtanya, Bûlgaristan, Fransa, Hollanda, Îtalya, Kanada, Spanya, Tirkiye û Yûnanistan beşdar bûn.
Tetbîqata li dora Taywanê
Li aliyê din, Çîn jî li nêzîka Taywanê tetbîqata bi navê “Brûska Tengavê ya 2025” li dar dixe.
Herêmên tetbîqat lê dest pê kirin, rotayên bazirganîya deryayî barkêşana tê re derbas dibin.
Armanca vê tetbiqatê testkirina qebîlîyeta dagirkirina Taywanê ye.
Di planên simûlasyonan de Artêşa Çînê hewl bi guleyên heqîqî êriş dibe ser bender û tesîsên enerjiyê yên Taywanê.
Berdevkê artêşê got, armanca wan ew e ku “di warên dorpêçan û kontrolê û lêxistina hedefên hessas de” “qabîlîyeta xwe test bikin”.
Bi gotineke din, Çîn vê tetbîqatê wekî parçeyekî Mudaxeleya Lezgîn a Taywanê li dar dixe.
Loma jî Washington û rêveberiya Taywanê bertekên tund nîşan dan.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got:
“Faaliyetên leşkerî yên êrîşkarên Pekînê rageşiya li herêmê mezin dike, ewlekariya herêmê dixe xetereyê.”
Serokê Taywanê Lai Ching-te rêveberiya Pekînê wekî “hêza dijminane ya derve” pênase kir.
Hevkariya Amerîkayê ya ewlekariya Taywanê aciziyê dide Çînê.
Lîderên Çînê bi tundî li dij destega Washingtonê ya Taywanê derdikevin û serokê Taywanê Lai Ching-te wekî kesekî “cudaxwaz” pênase dikin.
Meseleya Taywanê
Çîn Taywanê wekî parçeyeke xwe dibîne û serxwebûna giravê qebûl nake.
Pekîn ji bo çareserkirina meseleyê formulasyona “yek welat du sîstem” pêşniyaz dike.
Bi vê pêşniyazê Çîn di berdêla yekitiya bi Taywanê re, destûrê dide sîstema kapîtalîst li giravê hebûna xwe bidomîne.
Lê Taywanê baweriya xwe bi sozên Çînê nayne û dixwaze serxwebûna xwe bidomîne.
Foto: Hêzên Deryayî yên Çînê yên li dora Taywanê