A.Rahman Çelîk
Pîyaseyên cîhanê li pêyî bacên nû yên Amerîkayê dest bi hefteyê kirin.
Bi taybetî jî piyaseyên Asyayê di bin bandora neyînî de man.
Tevî vê jî Donald Trump polîtîkaya xwe ya bacê parast.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê, ji rojnamegeran re axivî.
Trump polîtîkaya xwe parast û got:
“Welatên Ewrûpa û Asyayê mirîne êdî, peyman bi wan re nayê çêkirin.”
Tê ragihandin, polîtîkaya Trump a bacê bandora neyînî li Amerîkayê jî dike.
Lêbelê Trump ji polîtîkaya xwe bi paş de gavê navêje.
Serokê Amerîkayê ji pirsa rojnamegerekî hêrs bû û pirsa li ser babetê wekî pirseke ehmeqane rave kir.
Di domahîkê de polîtîkaya xwe wekî derman nîşan da, got: Ez naxwazim qet tiştek jî xera bibe. Bes ji bo rastkirina hin tiştan lazim e derman bê xwarin.”
Guh neda fikaran
Serokê Amerîkayê guh nade fikarên li ser babetê, bawer nake ku polîtîkayên wî wê aboriya Amerîkayê jî têxe nava resesyonê.
Wezîrên Gencîne û Bazirganiyê jî piştevanî dan û careke din gotin, wê bacên gumrigê têxin meriyetê.
Donald Trump dema kampanyayên hilbijartinê soz dabû ku wê bacên gumrigê zêde bike.
Trump bi taybetî jî Çînê dixe hedefê zextên aborîyê li ser vî welatî dimeşine.
Rayedarekî payebilind ê hikûmeta Brîtanyayê ji çapemeniyê re diyar kir ku “dawî li sîstema cîhanê hatiye”.
Lewre li beramber, Çînê jî bersiv dabû şerê bazirganiyê, bi rêjeya 34 ji % bac danîbû ser Amerîkayê.
Protestoyên li Amerîkayê
Li aliyê din, li gelek deverên Amerîkayê çalakiyên protestoyê hebûn.
Bi sedhezaran Amerîkayê li dijî Trump û Elon Musk meşên protestoyê li dar xistin.
Protestoyên li 50 eyaletên Amerîkayê li hezar û 200 nuqteyan li dar ketin.
Çalakgeran polîtîkayên Trump şermezar kirin.
Ji bilî Amerîkayê, li Kanada, Meksîka û Ewrûpayê jî çalakiyên protestoyê li dar ketin.
Foto: Ala Amerîkayê