Hakan Fîdan û Marc Rubio hevdîtin kirin

Hakan Fîdan çû serdana Amerîkayê û bi Marco Rubio re hevdîtin pêk anî.

Di hevdîtinê de mijara girtina şaredarê Stenbolê derket pêş.

Marco Rubio fikarên xwe yên li ser vê babetê anî ziman.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan çû serdana Amerîkayê.

Hakan Fîdan ji aliyê Wezîrê Karên Derve Marco Rubio ve hat pêşwazîkirin.

Gelek mijarên wekî Ukrayna, rewşa Filistînê, geşedanên li Sûriyeyê, meseleyên din ên her du welatan eleqeder dikirin di tûrikê Hakan Fîdan de hebûn.

Dema hevdîtinê, mijara Şaredariya Stenbolê û girtina Şaredar Ekrem Îmamoglu derket pêş.

Berdevka Wezareta Amerîkayê Tammy Bruceê li pêyî hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio fikarên xwe yên ji bo girtinên di protestoyên li Tirkîyeyê îfade kirine.

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyeyê wekî ku di vê mijarê de tiştek nehatiye gotin tev geriya û di derbarê hevdîtinê de tiştek negot.

Infowelat

————————————–

Foto: Hakan Fîdan û Marc Rubio

infowelat.com

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …