Amerîka û Ewrûpa Tirkîyeyê hişyar kirin

A. Rahman Çelîk

Mudaxeleyên çalakiyên protestoyên li pêyî girtina Şaredarê Stenbolê Îmamoglû rastî reaksiyonên navneteweyî tê.

Brîtanya û Fransayê hişyariya demokrasiyê dan, Amerîkayê îşaretê bi bêîstikrariya Tirkiyeyê kir.

Brîtanya û Fransayê di der barê girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û mudaxeleyên çalakiyên protestoyê bertek nîşanî desthilata Tirkiyê dan.

Herdu welatan îşaret bi serdestiya hiqûqê kirin û hişyariya demokrasiyê dan.

Brîtanya: Rûmetê bide nirxên navneteweyî

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê de hat gotin ku ew dixwazin hikûmeta Tirkiyê li gorî nirxên hevpar ên navneteweyî tev bigere û rûmetê bide serdestiya hiqûqê.

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li pêyî girtina Ekrem Îmamoglu pêşniyarên rêwîtiyê rojane kiribû û ji welatiyên xwe daxwaz kiribû ku nêzî qerebalixan nebin û xwe ji xwepêşandanan dûr bigirin.

Fransa: Em Tirkîyeya antî-demokratîk naxwazin

Di vê babetê de, daxuyaniyek jî ji Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ve hat.

Emmanuel Macron di lûtkeya li ser Ûkraynayê de şermezarî da êrîşên li dijî têgehên demokrasiyê, li ruyê cîgirê serokomarê Tirkiyê Cevdet Yilmaz got:

“Li Tirkiyê êrîşên li dijî azadiyan êdî bi awayê sîstematîk tên kirin. Demokrasî yek ji nirxên Ewrûpayê ye. Ewrûpa Tirkiyeke antî-demokratîk naxwaze.”

Amerîka: Bila hevalbendê me bêîstikrar nebe

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio jî li ser mudaxeleyên çalakiyên protestoyê yên li pêyî girtina Ekrem Îmamoglu dan destpêkirin nerazîbûn nîşan da.

Marco Rubio fikarên xwe yên li ser îstikrarê anî ziman, got: “Em naxwazin rêveberiya hevalbendekî me ewqasî bêîstikrar bibe.”

Komîsyoneke vekolînê diçe Tirkîyeyê

Geşedanên dawî yên li Tirkîyeyê di rojeva Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ya Konseya Ewrûpayê de jî bû.

Kongreyê li ser destwerdana şaredariyên muxalefetê yên Tirkiyê, di rûniştina îroj de hat qebûlkirin.

Di danezanê de hat gotin ku di demeke herî kurt de wê komisyoneke vekolînê bişînin Tirkiyê wê daxwaz bikin ku bi şaredaran re rû bi rû hevdîtinê pêk bînin.

Kongreya Rêveberiyên Xwecihî û Herêmî ji rêveberiya Tirkiyê dixwaze rûmetê bide rêveberiyên herêmî û dawî li darizandin û girtina şaredarên mixalefetê bîne.

Foto: Çalakîyên protestoyî yên li Stenbolê

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …