Şerê bazirganîyê derket asteke bilind

Donald Trump di 3yê nîsanê de bacên giran ragihand.

Bi bacên nû gelek hevalbendên Amerîkayê zirareke mezin dibînin.

Trump bi tarîfeyên nû şerê bazirganîyê derxist asteke herî bilind.

Zêdekirina baca bazirganîyê bandorê wê li gelek welatên cîhanê bike.

Çîn bi tarîfeya ji 54 ji % bû welatê yekemîn ê bû hedefa Amerîkayê.

Trump li hemberê berhemên Yekitîya Ewrûpayê bacê 20 ji % zêdekir.

Welatên herî zêde rastî tarîfeyên Trump hatin ev in:

  • Çîn: 54%
  • Vietnam: 46%
  • Tayland: 36%
  • Japonya: 24%
  • Kamboçya: 49%
  • Afrîkaya Başûr: 30%
  • Taywan: 32%

Ev tarîfe wê di 9ê nîsanê de têkevin merîyetê.

Baca li hemberê otomobîlan

Yek ji hedefa tarîfeyên Amerîkayê bazirganîya otomobîlan bû.

Washington li hemberê hemû otomobîlên li derveyî welêt tên hilberîn, bacê derxist ji % 25an.

Ev ê jî herî zêde bandorê wê li şîrketên mezin ên otomobîlan ên li cîhanê bike.

Bi taybetî, zirara mezin wê bigihîje Volkswagen û şîrketên din alman.

Serokê Amerîkayê hemû tarîfeyan bi îmzekirina biryarên îdarî xist merîyetê.

10 ji % baca bingeh

Li alîyekî din, Amerîka bi zêdekirina baca bazirganîyê re paralel tarîfeya bingeh jî xist merîyetê.

Tarîfeya bingeh wê 10 ji % be û wê li hember hemû berhemên Amerîka îthalat dike, bê bikaranîn.

Tarîfeya navborî wê ji alîyê şîrketên berheman ji derve dikirin bê dayîn û wê di 5ê nîsanê de têkeve merîyetê.

Hin welatên ku wê rastî tarîfeya bingeh hatin ev in:

Brîtanya, Sîngapor, Brazîl, Awustralya, Zelandaya Nû, Tirkîye, Arjantîn, Erebistana Siûdî, Îmaratên Ereb û Arjantîn.

Infowelat

—————————————————-

Foto: Donald Trump dema Biryarên Îdarî îmze dike. 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …