Şerê bazirganîyê ya di navbera DYA û Çînê de mezin dibe.
Piştî bersiva Çînê, Amerîkayê ewil baca ji bo berhemên Çînê derxist 104 ji %.
Paşê jî Washington heman rêjeyê derxist 125 ji %.
Serokê Amerîkayê Donald Trump baca gumrigê ya Çînê ji derxist ji 125 ji %.
Biryara derbarê vê tarîfeya herî zêde ya Amerîkayê di 9ê nîsanê de hat dayîn.
Trump berîya vê, tarîfeya 104 ji % li hemberê berhemên Çînê ragihandibû.
Çînê jî li hemberê vê, baca 84 ji % ji bo berhemên amerîkî xistibû merîyetê.
Lêbelê şerê bazirganîyê Amerîka-Çînê di 2yê nîsanê de baca 34 a Amerîkayê dest pê kiribû
Pekînê bersiv dabû Washingtonê û baca ji bo berhemên ji Amerîkayê ji 34 ji % zêde kiribû.
2 milyar an 200 milyon dolar?
Tevî ku şerê bazirganiyê zirarê dide aborîya Amerîkayê, Trump îddia kir ku Amerîka ji bacan rojane 2 milyar dolar qezencê bi dest dixe.
Lêbelê daneyên Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê got, ji serê mehê û vir ve qezenca baca gumrigê û hin bacên din, rojane 200 milyon dolar e.
Infowelat
———————————————
Foto: Bendera Şangayê ya Çînê