Denmark destekê dide “proseya aştîyê”

Hikûmeta Denmarkê ragihand, ew pêvajoya aştiyê ya di navbera dewleta tirk û PKKê de destek dikin.

Federasyona Komeleyên Kurd ên Denmarkê FEY-KURDê ji bo vê mijarê nameyekê ji hikumeta Denmarkê re şandibû.

Federasyona Komeleyên Kurd ên Denmarkê FEY-KURD’ê ji bo nêzîkbûna wan a banga Abdulah Ocalan bipirse, ji serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen û Wezîrê Karên Derve Lars Løkke Rasmussen re nameyek şandibû.

Di nameyê de pirs hatibû kirin ka “tevî civaka navneteweyî bi awayê erênî nêzîkî bangê dibe jî, çima hikûmeta Denmarkê bi awayekî zelal helwesta xwe eşkere nake?”

Serokwezîra Denmarkê û Wezareta Karên Derve bersiveke hevpar dan vê nameyê.

Di nameyê de wiha hat gotin:

“Wezareta Karên Derve ya Denmarkê pêşdeçûnên li Tirkiyê ji nêzîk ve dişopîne û her çi gavên ji bo pevçûnên di navbera PKK û dewleta tirk de bidin sekinandin bên avêtin, bi kêfxweşî pêşwazî dike.”

Di bersivê de hat gotin ku Denmark û Yekîtiya Ewrûpayê pêvajoyê bi awayê eşkere destek dikin.

Hikûmeta Denmarkê hêviya ku vê firsenda dîrokî ji dest neçe, daxwaz kir ku ji bo gavên berbiçav bên avêtin.

Infowelat

———————————————-

Foto: Ala Denmarkê 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …