Tirkîye û Iraq hevkarîyê xurt dikin

Tirkiye û Iraq hevkariya li dijî serkeftinên kurdan ên li Rojava xurt dikin.

Enqere û Bexdayê biryar dan, ji bo kampên DAÎŞê çareser bikin komîteyeke hevpar ava bikin.

Armanc ew e ku kontrola kampên DAÎŞîyan ên li Rojava ji bin kontrola kurdan derxin.

Tirkiye û Iraq bi hinceta ewlekariyê, hevkariya li dijî serkeftinên kurdan xurt dikin.

Enqere û Bexdayê biryar dan, ji bo pirsgirêkên kampên DAÎŞê çareser bikin, komîteyeke hevpar ava bikin.

Li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 10 hezar endamê vê rêxistinê tên girtin.

Nêzîkî 50 hezar malbatiyên wan jî li kampên herêmê tên ragirtin.

Tirkîye ji bo welatiyên xwe yên malbatiyên endamên DAÎŞiyên li kampên Rojava yên El Hol û Rojê tên ragirtin bi şûnd bistîne, zorê dide Iraqê.

Civîna li Antalyayê

Rayedarên Tirkiyê û Iraqê , ji bo vê mijarê di 13ê nîsanê de li bajarê Antalya yê Tirkiyê hatin gel hev.

Heyetên herdu welatan li ser navê Mekanîzmaya Ewlekariyê Ya Bilind A Tirkiye û Iraqê civîn li dar xistin.

Civîna di bin serokatiya Wezîrên Karên Derve yên herdu welatan de, rayedarên wezareta navxweyî, wezareta parastinê û endamên îstixbaratê yên herdu welatan û nûnerên Haşdî Şabî û Rêveberiya Herêma Federal û Kurdistanê jî beşdar bûn.

Encama civînê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re hat diyarkirin.

Herdu welatan ji Amerîkayê daxwaz kirin ku dawiyê li hevkariya bi kurdan re bîne û ji bo têkoşîna li dijî DAÎŞê bila rêyeke din bibîne.

Kamp li Rojava ne

Wekî tê zanîn, girtîgehên DAÎŞ’iyan û kampên malbatên wan lê tên ragirtin, di bin kontrola QSDê de ne.

Desthilata Tirkiyê hewl dide kontrolê ji destê QSDê derxîne.

Ji bo vê yekê jî qaşo mekanîzmayeke navneteweyî dadimezrîne.

Tirkiye, Iraq, Urdin, Libnan û Sûriyê ji bo vê armancê di serê meha adarê de li paytext Ammana Urdinê hatibûn gel hev û li hev kiribûn ku mekanîzmayeke operasyon û îstixbaratê pêk bînin.

———————————————–

Foto: Civîna Tirkîye û Iraqê ya li Antalyayê 

 

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …