Ewrûpa ji bo şerê bazirganîyê bê biryar e

Komîsyona Ewrûpayê ji bo şerê bazirganîyê Amûra Sekinandina Zordarîyê amade kir.

Lêbelê ji ber mixalefeta hin welatan komîsyonê nikare vê derfetê li hemberê Amerîkayê bi kar bîne.

Îtalya û Îrlanda fikar dikin, wê şerê bazirganîyê yê bi Amerîkayê re zirareke mezin bide aborîya wan.

Yekitîya Ewrûpayê (YE) nîqaşa li ser şerê bazirganîyê ya di nava xwe de didomîne.

Ewrûpa dixwaze bersivê bide zêdekirina tarîfeyên Trump li hemberê berhemên wê xist merîyetê.

Komîsyona Ewrûpayê ji bo vê meseleyê biryara Amûra Sekinandina Zordarîyê (Anti-Coercion Instrument) amade kir.

Bruksel bi rêya vê biryarê dikare bersiveke tund bide tarîfeyên serokê Amerîkayê.

Lêbelê Ewrûpa naxwaze di carekê de têkeve nava şerê bazirganîyê ya bi Amerîkayê re.

Niyeta YEyê ligel zexta zêdekirina bacê, bi Amerîkayê re meseleyê muzakere bike.

Wezîrên aborîyê yên welatên endam di civîna 7ê nîsanê ya li Luxemburgê de li ser bersiveke “yekgirtî” li hev kirin

Lêbelê tevê jî endamên YEyê li ser vê meseleyê bi tevahî li hev nakin.

Îtalya û Îrlanda ne dilxwaz in

Îtalya û Îrlanda naxwazin wekî Amerîkayê YE jî baca 20 ji % û 25 ji % li hember berhemên Amerîkayê rabigihîne.

Herdu welat fikar dikin, wê şerê bazirganîyê yê bi Amerîkayê re zirareke mezin bide aborîya wan.

Loma jî Komîsyona Ewrûpayê naxwaza zûbizû bacên li hemberê DYAyê rabigihîne.

Serokê komîsyonê Ursula von der Leyen hîn jî bang li Washingtonê dike, tarîfeyên xwe betal bike.

Heta niha, endamên YEyê ji bo baca li hemberê berhemên Amerîkayê yên di berdêla 22 mîlyar euro de li hev kirine.

Li hemberê 380 milyarî euroyî 22 milyar euro

Dema mirov bi bacên Amerîkayê yên li hember 380 milyar euro berhemên Ewrûpayê re bide ber hev, bandora baca YEyê pir kêm xuya dike.

Amerîka li hemberê 20 ji % hemû berhemên YEyê bacê zêde kiribû.

Herwiha, Amerîka li hemberê polayê YEyê tarîfeya 25 ji % xistibû merîyetê.

Li alîyekî din, Fransa, Almanya û Îspanya dixwazin dixwazin hemû opsiyonên li hemberê Amerîkayê di rojevê de bin.

Ev welat alîgirê bersiveke tund in li hemberê bacên Amerîkayê.

Infowelat

——————————————–

Foto: Alên welatên endam ên Yekitîya Ewrûpayê 

Trump bacên giran ên Amerîkayê diparêze

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …