Dadgeheke Fransayê 5 sal cezayê sîyasî li Marine Le Penê birî.
Le Penê wê êdî nikaribe di hilbijartinên 2027an de bibe namzeta serokomarîyê.
Lîderên rastgir ên cîhanê reaksîyon nîîan dan û li Le Penê xwedî derketin.
Sîyaseta Fransayê bi geşedaneke di asta erdhejê de li nava hev dikeve.
Dadgeheke fransî lîdera rasta radîkal Marine Le Penê ceza kir.
Bi vê biryarê, Le Penê wê nikaribe 5 salan bibe namzeta serokomarîyê.
Loma lîdera Meşa Neteweyî (RN) wê nikaribe tevlî hilbijartina serokomarîyê ya 2027an bibe.
Dadgeha Parîsê di heman demê de 4 sal cezayê girtîgehê jî li Le Penê birî.
Lêbelê du sal ji vê cezayê hat taloqkirin û Le Penê du salên din jî wê bi şertê kelemçeya elektronîk derbas bike.
Lîdera rasta radîkal a nîjadperest bi daxuyanîyekê hêrsa xwe ya ji bo biryarê îfade kir.
Le Penê got “biryar sîyasî ye” û wê dest ji hêvîya xwe ya namzetîya ji bo hilbijartina 2027an bernedaye.
Çi ne sebebên vê cezayê?
Dadgeha fransî biryara cezayê spart gendelîya Le Penê ya di Parlamentoya Ewrûpayê de hatîye kirin.
Dadgehê ragihand, Le Penê asîstanên xwe wekî xebatkarên Yekitîya Ewrûpayê nîşan daye û fonên yekitîyê heqdestên wan daye.
Bi vê rêbaza gendel, Le Penê bi milyonan Euro fonên Yekitîya Ewrûpayê bi kar anîye.
Reaksîyonên cîhanê
Li alîyekî din, reaksîyonên li hemberê biryara dadgehê li Fransayê bêtir, li qada navneteweyî derketin holê.
Di serî de Kremlîn û lîderê amerîkî Trump bertek nîşanî biryarê dan.
Ji bilî her du welatên mezin, serokwezîrê Hûngaryayê Victor Orban û serokwezîrê Holandayê Geert Wilders xwedî li Le Penê derketin.
Le Pen û hêza wê ya polîtîk
Marine Le Pena 56 salî keça Jean-Marie Le Pen e k udi 1972an de Meşa Neteweyî (RN) damezrand.
RN herî zêde bi dijberîya xwe li hemberê penaberan tê naskirin.
RN demeke dirêj dixwest Ewrûpa bi Rûsyayê re “tifaqê” bike û Fransa hevkarîya xwe ya bi bi baskê leşkerî ya NATOyê re bisekinîne.
Partîyê ji ber reaksîyonan, par van her du armancan ji bernameya xwe derxistin.
Meşa Neteweyî (RN) di hilbijartên 2024an de ji % 33ê dengan bi dest xistibû.
Bi vê encamê, partîyê di Parlamentoya Fransayê de bûbû hêza herî mezin a sîyasî.
Foto: Seroka Meşa Neteweyî (RN) Marine Le Pen