Serokê Ajansa Enerjiya Atomê Rafael Grossi beriya muzakereyên Îran û Amerîkayê yên nukleerê daxuyanî da.
Grossi hişyarî da û wiha axivî: “Zû li hev bikin. Wext gelekî teng bûye. Îran bernameya nukleer bi pêş dixe.”
Ajansa Enerjiya Atomê ya navenda wê li Viyanayê ye, ji bernameya nukleer a Îranê berpirsiyar e.
Armanc ew e ku bernameya Îranê ya di nav sînorên armancên aştiyane de bimîne.
Ji demeke zû de ye, Amerîka û Îsraîl di serî de, welatên Rojava tawanbariya ku çekên nukleer bi pêş ve dixe li Îranê dikin.
Tehran van îddiayan red dike û dibêje vê bernameyê ji bona enerjiya sivîl bê hilberandin tê meşandin.
Rafael Grossi bi Wezîrê Karên Derve Abbas Araqçî û serokê Saziya Enerjiya Atomê Mûhemmed Îslamî re jî hevdîtin kir.
Detayên hevdîtinan ji raya giştî re nehatin eşkerekirin.
Rafael Grossî di hevpevvîneke di Le Mondeê de gotibû, “Îran gelekî nêzîk bûye çekên nukleer hilberîne.”
Li aliyê din, Steve Witkoffê ku li ser navê Amerîkayê muzakereyan dike, ji Îranê daxwaz kir ku xebata xwe yên dewlemendkirina uranyûmê bide sekinandin.
Tehran vê daxwazê wekî “xeta sor” pênase dike û vû daxwazê qebûl nake.
Infowelat
———————————————–
Foto: Rafael Grossi