Konferansa EUTCCyê li Brukselê dest pê kir

Konferansa Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) li Brukselê dest pê kir.

Di roja ewil a konferansê de gelek beşdarên naskirî li ser meseleya kurd dîtinên xwe îfade kirin.

Komîsyona Welatiyan a Tirkiyeyê ya Ewrûpayê (EUTCC) ji konferanseke din re malovanîyê kir.

Konferans di 26-27ê adarê de li Parlamentoya Ewrûpayê tê lidarxistin.

Roja ewil a konferansê bi axaftina seroka EUTCCyê Kariane Westrheim ve dest pê kir.

Westrheim: Bila Tirkîye derfetê bi kar bîne 

Westrheimê gotinê anî ser banga Abdulah Ocalan a ji bo çekberdanê û got, “Em hêvî dikin ku derfet were bikaranîn û em bigihîje Tirkiyeya demokratîk.”

Konferans bi axaftinên Andreas Schieder, Jody Williams, Şîrîn Ebadî, Îlham Ehmed, Pernando Barrena, Micheal Gunter, Czarina Golda s. Musni, Leoluca Orlando, Vladimir Prebilic û Alî Dûran Topûz berdewam kir.

Jody Williams: Dewleta tirk bêdeng e  

Xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams bi van gotinan helwesta Tirkîyeyê ya ji bo bangên aştîyê rexne kir:

“Dema ku me têkildarî daxwaza aşitiyê ya Kurdan îmze ji xwediyên xelata Nobelê xwest, min dît ku pirsgirêka Kurd ji bo gelek kesan nû ye. Di heman demê de dewleta Tirk li hemberî îmze û bangên me bêdeng ma û bersiva daxwazên me neda. Di vê qonaxê de bêdengî ji hevkariyê xiraptir e.”

Şîrîn Ebadî: Ocalan rasyonele

Şîrîn Ebadîya ku ew jî xwedîyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Şirîn li ser banga Ocalan wiha axivî:

“Ji bo ku dawî li van êşan were anîn, yek rabû û qala aşitiyê kir. Di heman demê de ew kes bi dehan sal in di bin tecrîdê de ye û ji ber fikrên xwe hatibû girtin. Tevî vê jî got ku dema aşitiyê hatiye. Dem hatiye ku ji girtîgehê derbikeve. Pêşniyazên Ocalan rasyonel in. Pir girîng e ku em bi awayekî demokratîk welat û herêmê pêş bixin.”

Pernando Barrena: Bila kurd ji paşeroja xwe netirsin

Pernando Barrena ku ji Partiya Çep a Îspanyayê  ye, meseleya Welatê Baskê Kurdistanê danberhev kir û wiha axivî:

“Cîhan tê guhertin, tevgerên neteweyî ya kurdan kijan biryaran bidin jî wê di berjewendiya kurdan de be. Em di Welatê Baskê de tevahiya 60 salan rastî tundiyê hatin û beriya 15 salan tevgera bask got, divê berî ku bi Îspanya û Fransayê re peyman werin kirin, proseya aştîyê were destpêkirin. Li dijî vê bertek çêbûn lê vê hêza siyasî da me. Divê kurd jî ji paşeroja xwe netirsin. Wê têkoşîn û derfetên mezin çêbibin. Kurd tu car ne bi tenê ne. Divê Abdullah Ocalan jî roje berîya rojekê were berdan.”

Infowelat

———————————————-

Foto: Dîmeneke ji roja yekemîn a konferansa EUTCCyê 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …