Meclîsa Parlamenteran Tirkîyeyê şermezar kir

Meclîsa Parlamenteran A Konseya Ewrûpayê (MPKE) bi hinceta li ser Tirkiyeyê civînîneke awarte lidarxist.

Meclîsa fikarên xwe îfade kirin û hikumeta Enqereyê bi tundî rexne kirin.

Meclîsa Parlamenteran A Konseya Ewrûpayê (MPKE) bi hinceta “mijara lezgîn” li ser Tirkiyê civîn li dar xist.

Girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu û zordariya darazê ya li dijî çalakiyên protestoyê hatin nirxandin.

Piştî gotûbêjê, pêşnûmabiryara ji aliyê parlementerê Awusturyayî Stefan Schennachg û parlementerê Brîtanî Lord David Blencathra ve hatibû amadekirin ket dengdanê.

Biryar li gel 8 dengên li dij, bi 90 dengan hat qebûlkirin.

Her 8 kesên dengên red dan wekîlên Tirkîyeyê bûn.

Di biryarê de nexneyên tund li hikumeta Tirkiyeyê hatin kirin.

Hat gotin, desthilat bi kiryarên siyasî dixwaze dengê mixalefetê qut bike, pirengiyê ji holê rabike û azadiya nîqaşa siyasî asteng bike.

Di biryarê banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdulah Ocalan êrênî hat nirxandin.

Tevî vê jî, girtina Îmamoglê ya li pêyî girtinê, bûyereke “xeyalanşikenand” hat pênasekirin.

Civîneke MPKEyê

Rêya Tirkîyeyê nayê vekirin

Herwiha, MPKE destnîşan kir, tevî ku girîngiya jeostratejîk a Tirkîyeyê zêde dibe jî, ji ber bûyerên heyî wê rêya endamtiya Yekîtiya Ewrûpayê ya Tirkiyê neye vekirin.

Komîteya Karên Derve ya MPKEyê 9 nîsanê de li Brukselê li ser babetê danezan belav kir.

Hat diyarkirin, pêdiviyên jeopolîtîk û stratejîk nikarin têkevin pêşiya têgehên demokratîk.

Meclîsê di daxuyanîya li ser mijarê de jî got, helwesta hikumetê “Tirkiye bi temamî dixe bin kontrola rêveberiyeke otorîter.”

Hat gotin, proseya beşdariyê ya Tirkîyeyê ya hatîye sekinandin, di bin şert û mercên heyî de nikare dest pê bike destpêkirin.

Deklerasyona MPKE

Komîteya Karên Derve ya MPKE deklerasyonekê jî weşand.

Nirxên demokrasîyî, serdestiya hiqûqê, mafên mirovan, parastina kêmaran, rûmeta hiqûqa navneteweyî, parastina polîtîkaya hevpar a derve û ewlekariyê di deklerasyonê de cî girtin.

Di belgeye de hat dîyarkirin, proseya beşdariyê ya Tirkîyeyê ku hatîye sekinandin, di bin şert û mercên heyî de nikare bide destpêkirin.

Deklerasyon li dij 3 dengên neyînî, bi 48 dengan hat qebûlkirin.

23 parlamenter di dengdanê de bêalî man.

Foto: Logoya Meclîsa Parlamenteran A Konseya Ewrûpayê (MPKE)

A.Rahman Çelîk

Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê, di 1997an de di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Di sala 2004'an de, li Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê dest bi kar kir û salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên vê weqfê kir. Çelîk di 2012yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aborîyê hat girtin.

Li vê jî binêre

Îsraîl hebûna xwe li Sûrîyeyê xurt dike

A.Rahman Çelîk Artêşa Îsraîlê pêşdeçûna li nav axa Sûriyê zêde kir. Li aliyê din, zordariya …