Sebra Trump ji bo agirbesta Ukraynayê nema

Sebra Donald Trump a ji bo agirbesta Ukraynayê namîne.

Lîderê amerîkî dawîya dawî gefa ambargoyê li Rûsyayê xwar.

Trumpê dike nake nikare Rûsyayê ji bo agirbestê qanih bike, hêrs dibe.

Serokê Amerîkayê sînyalên guherîna helwesta xwe ya li hember Rûsyayê dide.

Trump di hevpeyvîna xwe ya bi NBCyê re qala îhtimala ambargoyê kir.

Lîderê amerîkî wiha axivî:

“Eger Rûsya ji bo sekinandina rijandina xwînê li Ukraynayê nikaribe peymanekê qebêl bike, û eger ez bifikirim ev şaşî ya Rûsyayê ye, belkî jî ne şaşîya wê be, lê eger ez bifikirim ev şaşî ya Rûsyayê be, ez ê tarîfeyên pêvek li hemberê petrola ji Rûsyayê tê têxim merîyetê.”

Trump gotinên xwe wiha berdewam kirin:

“Eger hûn ji Rûsyayê petrole bikirin, hûn ê nikaribin li DYAyê kar bikin. Tarîfeyên li hemberê hemû petrolê wê ji % 25 be…li hember hemû petrole, wê di navbera ji % 25 û 50 de be.

Çima Trump hêrs bû?

Sebeba gefa ambargoyê ya Trump gotinên çend roj berê yên Putin e.

Putin di televizyona Rûsyayê de gotibû, berîya muzakereyên aştîyê Ukrayna dikare ji alîyê hikumeteke di bin kontrola Neteweyên Yekbûyî de bê birêvebirin.

Ji bilî vê jî, Putin ji bo agirbestê rakirina ambargoyên li hemberê Rûsyayê wekî şert datîne ber Amerîkayê.

Ambargoya petrolê

Hêjayî gotinê ye, ixracata petrola Rûsyayê di bin ambargoya Amerîka, Yekitîya Ewrûpa, Brîtanya û welatên G7an de ye.

Tevî vê jî, Rûsya bi rêûrêbazên afirîner heta niha bi serfirazî petrola dikare bifiroşe.

Loma jî tê texmînkirin, ambargoyên Trump qala wan dike wê nikaribe bandoereke mezin li bazirganîya petrolê ya Rûsyayê bike.

Foto: Donald Trump

Ambargoyeke nû ya li hemberê Rûsyayê

infowelat.com

Li vê jî binêre

Ewrûpa mesrefa ji bo parastinê zêde dike

A. Rahman Çelîk  Şerê Ûkraynayê û rageşiya bi Amerîkayê welatên Ewrûpayê dixe nava fikaran. Hin …