A.Rahman Çelîk
Balafirên şer ên Îsraîlê li Sûriyeyê êrîşên hewayî pêk anîn.
Li paytext Şam, Hums û Hemayê li hedefan xistin.
Di êrişên Îsraîlê yên li hemberê Xezayê jî 56 kes hatin kuştin.
Balafirên şer ên Îsraîlê li gelek deverên Sûriyê êrîşên hewayî pêk anîn.
Balafiran paytext Şam, bajarên Hums û Hemayê bombebaran kirin.
Îsraîl li Şamê avahîya Lêkolînên Zanistî û li Hemayê û Humsê jî baregehên leşkerî kir hedef.
Îsraîlê ragihand, li ciyên rastî êrişan hatine Îranê faaliyetan dimeşîne.
Êrîşa li baregeha T4 a Humsê wekî peyama hişyariyê ya li Tirkiyê hat ravekirin.
Rayedarekî ji artêşa Îsraîê ji rojnameya The Jerusalem Postê re got: “Bila zorê nedin. Em naxwazin li Sûriyê baregeheke leşkerî were sazkirin.”
Rojên dawîn dihat îddiakirin ku vê baregehê wê ji aliyê Tirkiyê ve bê kontrolkirin.
Êrişên li hemberê Xezayê
Li aliyê din, Artêşa Îsraîlê êrîşên li Xezayê careke din zêde dike.
Wezîrê Parastinê Îsrael Katz diyar kir ku wê qada operasyonê ya li Xezayê berfireh bikin.
Wezîrê Îsraîlê detay nedan lê got, kesên li herêmên rastî êrişan tên wê bên tehlîyekirin.
Herweha, balafirên Îsraîlê li bajarê Xan Yûnisê de êrîşa hewayî pêk anîn.
Herî kêm 41 Filîstînî hatin kuştin.
Îsraîlê li bakurê Xezayê jî li avahiyeke Neteweyên Yekbûyî xist ku filîstîniyan ji xwe re kiribûn stargeh.
Di vê êrîşê de jî herî kêm 15 kes hatin kuştin.
Foto: