Biden: Em ê Taywanê biparêzin

Taywana bi Çînê re serê wê di belayê de hewl dide xwe nêzîkî Amerîkayê bike

Desteka ev girava di navenda aloziyê de ye ji aliyê Biden ve hate dayîn

Biden got, eger Taywan rastî êrişê were ew ê ji aliyê Amerîka ve bê parastin

Gotinên serokê Amerîkayê Joe Biden ên derbarê Taywanê de, li giravê bû sebeba spasdariyê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Taywanê Tsuei Ching-lin got, ew ji ber desteka Amerîkayê ya ji bo ewlekariya Taywanê spasdar in.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di bernameyeke CBC’ê de soza parastinê dabû Taywanê.

Biden çi gotibû?

Biden li ser pirsa pêşkêşvanê bernameya 60 Minutes de gotibû, eger Taywan rastî êrişa Çînê were, wê Amerîka biçe hawara vî welatî.

Taywan piştî serdana siyasetmedara Amerîkî Nancy Pelosi rastî gefên Çînê hatibû û Çîn li çaraliyê giravê dest bi tetbîqatan kiribû.

Piştî vê, artêşa Taywanê jî ketibû nava alarmê û li rojavayê welêt tetbîqatên bejahî û hewayî li dar xistibû.

Amerîkayê di vê meseleyê de bê helwest nemabû û biryarê dabû di berdêla milyarek dolarî de çekan bifroşe Taywanê.

Çîn çi dixwaze?

Çîn, Taywanê parçeyeke erdên xwe qebûl dike û naxwaze tu hêzên cîhanê bi vî welatî re têkiliyên dîplomatîk û leşkerî saz bike.

Çîn ji bo çareserkirina meseleya Taywan û modela ku wekî “yek welat-du sîstem” tê naskirin pêşniyaz dike.

Di çarçoveya vê sîstemê de Çîn dixwaze ji aliyê siyasî ve Taywanê tevlî erdên xwe bike lê li aliyekî din jî destûrê dide sîstema lîberal a li giravê berdewam bike.

 

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Linguistic struggle must be an axis of the national liberation

Interviewer: Necat Ayaz We must look at other processes of language revitalization, and in our …