Amerîka 675 milyon dolar çek dişîne Ûkraynayê

Amerîka û Ewrûpa şandina çekan a ji bo Ûkraynayê bê navber berdewam dikin

Amerîka got ew ê di berdêla 700 milyon dolarî de çekan bişîne bî welatî

Lê Almanya got, wê hemû derfetên xwe bi kar anîne û êdî gihîştiye dawiya kapasîteya xwe ya alîkariyê

Piştevaniya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê duh di rojeva Amerîka û Almanyayê de bû.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin çû serdana baregeheke Ramstein a li Almanyayê û li wir daxuyaniyek da medyayê.

Austin gotinê anî ser piştevaniya bi Ûkraynayê re û xebara şandina partiyeke nû ya çekan ragihand.

Wezîrê amerîkî got, Washington biryarê daye di berdêla 675 milyon dolarî de çekan bişîne Amerîkayê.

Berlin: Em gihiştin kapasîteya dawî

Piştevaniya leşkerî bo Ûkraynayê duh parlemena Almanyayê jî hate rojevê.

Wezîra Parastinê Christine Lambrecht di rûniştina parlemenê de axivî û qala vê mijarê kir.

Christine Lambrecht (Wezîra Parastinê ya Almanyayê)

Lambrecht got, Almanya di meseleya alîkariyê de gihîştîye kapasîteya dawî.

Hêjayî bibîrxistinêye di demên dawî de ji ber alîkariya leşkerî ya ji bo Ûkraynayê hukumeta Almanyayê di nava welêt de rastî rexneyan tê.

Beşeke civakê li dijî alîkariya çekan radibin û hukumeta koalîsyonê bi şerxwaziyê tometbar dikin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Sirbên Kosovayê hilbijartinê boykot kirin

Li bakurê Kosovayê li herêma sirb lê dijîn hilbijartinên xwecîhî hatin lidarxistin. Ji ber vê …