Ûkrayna du bajarên li rojhilat rizgar kir

Artêşa Ûkraynî, li rojhilatê welêt dest bi hemleyekê kir û du bajarên di destên Rûsyayê de rizgar kirin

Lê Rûsya têkçûnê qebûl nekir û got artêşa wê ji bo parastina Donbasê ji hin nuqteyan vekişîye

Serkeftina Ûkraynayê ya li eniya Rojhilat vê hefteyê wekî nûçeya flaş balê kişand ser xwe.

Ûkraynayê ragihand Balekleya ûp Izyum piştî oparasyonekê hatine rizgarkirin.

Nûçeyên ji eniyê hatin belavkirin, ji aliyê hukumeta Ûkraynayê jî hate piştrastkirin.

Serokê Ûkraynayê Zelensky derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got; bi qasî 2 hezar qare kîlomêtro erda Ûkraynayê digel bajarên Balakleya û Izyûmê hatiye rizgarkirin.

Volodîmîr Zelensky da zanîn êrişa artêşê ya li rojhilatê welêt, ji destpêka îlonê û vir ve didome û serfiraziya li eniyê wê berdewam bike.

Rûsya têkçûnê qebûl nekir 

Rûsya ji bo daxuyaniyê li bende Ûkraynayê ma û paşê Wezareta Parastinê derbarê mijarê de axivî.

Izyum û Baleklaya di pevçûnên dawî ji aliyê Rûsyayê ve hatibû dagirkirin. Bi taybetî Izyum ji ber nêzîkbûna wê ya Donetskê ciyekî stratejîk tê qebûlkirin.

Berdevkê wezaretê Îgor Konaşenkov di daxuyaniya fermî de bi van gotinan têkçûna li eniyê şîrove kir:

“Bi armanca parastina Komara Gel a Donetskê, hêzên me di 72 saetên dawî de ji Balakleya û Izyumê hatine vekişandin.”

Lê li cîhanê hema hema tu ajansên û dezgeyên medyayê yên naskirî qîma xwe bi vê daxuyaniyê nanîn û vekişîna Rûsyayê wekî serkeftina leşkerî ya Ûkraynayê ragihandin.

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Li Swîsreyê serîlêdanên penaxwazîyê zêde bûn

Di sibatê de 2,449 serîlêdanên ji bo penaberiyê li Swîsreyê hatine kirin. Welatîyên ji Afganistan, …