Amerîkayê heyeta 6. şand Taywanê

Li Asya Pasîfîkê, li dora girava Taywanê tansiyon bilind dibe

Amerîka digel hişyariyên Çînê têkiliyên xwe yên bi Taywanê re pêş de dibe

Heyeteke din a ji siyasetmedarên amerîkî pêk dihat çû serdana giravê

Çîn bi vê serdanê hêrs bû bi zimanekî tund Washingtonê protesto kir

Şandeyeke di bin rêvebiriya wekîla amerîkî Stephanie Murphy de duh ji bo hevdîtinan li Taywanê bû.

Endamên Kongreya Amerîkayê li paytext Taipeyiyê bi seroka Taywanê Çay Ing Wen re hevdîtinekê kir.

Bi vî awayî, ji destpêka aloziyê û vir ve ev bû heyeta 6. a Amerîkayê çû giravê.

Di daxuyaniya hevpar de serokwezîra Taywanê Ing Wen ji bo hatina heyeta Amerîkayê spasiya xwe kir û wiha axivî:

“Taywan wê tu carî li hember gefên Çînê serî netewîne û sîstem û rêbazên xwe yên demokratîk bidomîne.”

Çîn dîsa hêrs bû

Di dema serdana heyeta Amerîkî de daxuyaniyek din jî ji aliyê hukumeta Çînê ve hate dayîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Çînê Mao Nîng di daxuyaniyê de serdana siyasetmedarên Amerîkayê bi tundî şermezar kir.

Nîng wiha axivî:

“Endamên Kongreya Amerîkayê bi serdana Taywanê re, bi rengekî cidî Prensîba Çîna Yekgirtî û 3 deklerasyonên hevpar ên Çîn û Amerîkayê binpê dikin.”

Hêjayî gotinê ye çend roj berê jî Amerîkayê biryar dabû qedera milyarek dolar çekan bifroşe Taywanê.

Çînê bersivek hişk dabû Amerîkayê û diyar kiribû, parastina leşkerî ya Taywanê ne karê Washingtonê ye.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …