Ermenistan rastî êrişa Azerbaycanê hat

Qefqesyeya ku bi dehan salane di nava aloziyê de, dîsa xwîn dirijê

Di bomberana li ser sînorên di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de 49 leşkerên ermenî hatin kuştin

Konseya Ewlekariya Kolektîf civiya û bi awayekî lezgîn biryara şandina heyetekê ji bo herêma aloziê da

Ermenistan û Azerbaycan ku du sal berê di şerê ji bo Qerebaxa Çiyayî de hatibûn pêşberî hev, dîsa xwe li hev radikişînin.

Ermenistanê ragihand di encama topbarana artêşa Azerî de bi dehan leşkerê wê hatine kuştin.

Agahiya derbarê aloziya dawî de ji aliyê serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ve hate ragihandin.

49 leşker hatin kuştin 

Paşînyan got, li ser sînor herî kêm 49 leşkerên Ermenî hatin kuştin.

Azerbaycanê jî derbarê mijarê de daxuyaniyekê da û wê jî ji ber aloziyê, Ermenistan tometbar kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê Anar Eyvazov, Ermenistan li dora bajarên Kelbajar û Laçînê bi provokasyonê sûcbar kir.

Eyvazov got leşkerên Ermenî li van her du deveran mayinan li ser riyan bicîkirine û bi vî awayî xwestine zirarê bidin xetên lojîstîkê yên artêşa Azerbaycanê.

Civîna Konseya Ewlekariya Kolektîf

Piştî vê bûyerê Konseya Ewlekariyê ya Kolektîf li ser giliyê Ermenistanê bi awayekî lezgîn civînek li dar xist.

Ligel beşdarên din, serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî tevlî vê civîna onlîne bû.

Piştî civînê Konseyê biryar girt, ji bo vekolîna bûyerê komeke xebatê bişîne devera aloz ya di navbera Ermenistan û Azerbaycanê de.

Şerê  2020’an

Ermenistan û Azerbaycan di cotmeha 2020’an li Qerebaxa Çiyayî şer kiribûn.

Di şer de Ermenistanê têk çûbû û Azerbaycan qismek erdên Qerebaxê tê de 7 deverên di destên Ermenistanê de dagir kiribû.

Paşê, bi navbeynkariya Rûsyayê her du şer sekinandibûn û peymaneke agirbestê îmze kiribûn.

 

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …