Hukumeta Scholz pêşengiya mîlîtarîzmê dike

Almanya ev çendeyeke girîngiya parastina leşkerî gotûbêj dike

Wezîra Parastinê Christine Lambrecht got, “Almanya divê bibe hêza leşkerî ya Ewrûpayê.”

Wezîra Parastinê Ya Almanyayê Christine Lambrecht, li Konseya Têkîliyên Derve Yên Almanyayê axivî.

Lambrechtê li ser Stratejiya Ewlehiya Neteweyî ya mijara gotûbêjan e sekinî û qala xalên sereke yên vê stratejiyê kir.

Lambrect got  “Almanya divê hêzeke leşkerî ya wisa xurt pêk bîne ku tu hêz ji tirsa newêribin êrîşê bînin aqlê xwe jî.”

Christine Lambrecht. Wezîra Parastina Almanyayê ku ji partiya Sosyal Demokrat e bû yek ji pêşengê xurtkirina mîlîtarîzmê.

Fikarên ji bo dema Nazî

Pê re jî wezîra alman bi van gotinan hedefa leşkerî danî pêşiya Almanyayê:

“Divê êdî em dev ji gumanbariya ji serdema Naziya maye berdin. Almanya êdî xwedî demokrasiyeke xurt e. Lewma jî Hêzên Çekdar ên Almanyayê dikare wekî navendeke ewlekariya Ewrûpayê bê dîtin. Li pêyî şerê Ûkraynayê, rastî ev e ku, hêzên me yên leşkerî divê ewqasî xurt bin ku, di dema talûkeyê de karibin him welatê me û him jî îttifaka me biparêzin.”

“Garantiya Ewlekariya Ewrûpayê”

“Vê serdema dawîn Amerîkayê bala xwe daye herêma Hînt-Pasîfîkê. Di pêşerojê de wê nikaribe wekî berê ewlekariya Ewrûpayê garantî bike.

Ji ber vê yekê jî, divê di serî de Almanya, hemû Ewrûpa xwe amade ke. Ji bo xurtbûna hêza leşkerî nîşan bidin, divê em hin zêdetir gavan bavêjin.”

Butçeya leşkerî ya Almanyayê

Almanya heta îro li derdora 50 milyar euroyî ji bo lêçûyinên leşkerî mesref dikir.

Çend meh berê hukumeta Olaf Scholz biryar dabû 2 ji %  hebûna aboriyê ji bo parastina welêt xerc bike.

Bi vê biryarê butçeyê îsal a leşkerî derketibû 100 milyar euroyî.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Serdagirtina Stêrk TVyê di medyaya flaman de cî girt

De Standaard di du nûçeyên xwe de ligel agahîyên teze yên li ser mijarê de …