Rûsyayê ji bo Ûkraynayê Amerîka hişyar kir

Alîkariya çekan a ji bo Ûkraynayê her ku diçe zêdetir Rûsyayê hêrs dike

Moskow bi daxuyaniyeke dawî ji bo vê mijarê Amerîkayê hişyar kir

Berî niha, bajarên Belgorod û Kursk ên Rûsyayê ku nêzîkî sînorên Ûkraynayê bû rastî êrişê hatibûn

Li Ûkraynayê zêdebûna li dijî Donetskê û serfiraziyên dawî yên artêşa Ûkraynayê, Rûsya xist nava hereketê.

Kremlîn bi daxuyaniyekê Amerîka hişyar kir û jê xwest di alîkariya çekdarî ya bo Ûkraynayê de sînoran derbas neke.

Di brîfînga çapemeniyê de, Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Maria Zakharova hişyarê ragihand, ji Amerîkayê xwest, fuzeyên menzîl kurt û menzîl dirêj nede Ûkraynayê.

Zaxarova got, eger tiştek wiha pêk were; ew ê Rûsya ji bo parastina erdên xwe çi ji dest were, wê bike.

Fuzeyên HIMARS

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê çendekî berê fuzeyên HIMARS’ê dabû Ûkraynayê.

Ukrayna fuzeyên navborî li dijî Rûsyayê bi awayekî kêrhatî bikar tîne.

Bi saya van sîstemên çekan di demên dawî de êrişên li dijî hedefên artêşa Rûsyayê û herêma Donetskê zêde bûn.

Berî niha, bajarên Belgorod û Kursk ên Rûsyayê ku nêzîkî sînorên Ûkraynayê bû rastî êrişê hatibûn.

Rûsya ji bo vê êrişê rastetast Ûkraynayê tometbar kiribû.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …