Ewrûpa fonên Hûngaryayê qut dike

Parlemana Ewrûpayê li ser Hûngaryayê raporek amade kir

Rapor rêveberiya Orban jî giran rexne dike û ew bi dîktatoriyê tawanbar dike

Di rûniştinê de pêşniyaza qutkirina 7.5 milyar ewro ji fonên ji bo Hûngaryayê hate qebûlkirin

Parlemana Ewrûpayê li avahiya xwe ya bajarê Fransa Strasbourgê, dengdanek lidar xist.

Di dengdanê de raporeke têkildarî Hûngaryayê hate qebûl kirin.

Rapor bi kurtahî dibêje, li Hûngaryayê êdî demokrasî tune ye û rêveberiya Victor Orban rejîmeke hibrîd a otokrasiya hilbijartinê ava kiriye.

Herwiha rapor diyar dike, di bin siya vê rejîmê de, Hûngarya nirxên bingehîn ên Yekîtiya Ewrûpayê yên wekî pergala hilbijartinê, serxwebûna darizandinê, azadiya xweîfadekirinê, pirdengiya medyayê, azadiya akademîk, mafên LGBT û parastina kêmar û penaberan tehdît dike.

Parlemena Ewrûpayê: Ji ber ku Yekîtiya Ewrûpayê xwedîbiryar tev nagere, wêrekiya Hûngaryayê zêde dibe. Bi vê wêrekiyê, Hûngarya serdestiya hiqûqê û mafên bingehîn binpê dike.

Parlemena Ewrûpayê di raporê de tespîtek jî ji bo xwe dike û bi van gotinan xwe rexne dike:

Ji ber ku Yekîtiya Ewrûpayê xwedîbiryar tev nagere, wêrekiya Hûngaryayê zêde dibe. Bi vê wêrekiyê, Hûngarya serdestiya hiqûqê û mafên bingehîn binpê dike. Parlemena Ewrûpayê ji ber van, hewildanên hikûmeta rejîma Vîctor Orban şermezar dike.

Beriya dengdanê Komîserê Butçeyê yê Yekîtiyê Johannes Hahn li ser Hûngaryayê axivî.

Hahn bi van gotinan hukumeta Orban tometbar kir:

“Fonên Yekîtiya Ewrûpayê ji bo welatên xizan ên Ewrûpayê karibin li ser xwe bimînin, îstihdamê çê bikin û bi pêş de biçin têne dayîn. Lê belê Hûngarya van fonan ji bo van armancan bi kar nayîne. Gumanbariya gendeliyê li ser rêveberiya Hûngaryayê zêde bûye.”

7.5 milyar euro

Hûngarya welatekî li rojhilatê Ewrûpayê ye. Nifûsa welêt nêzîkî 10 milyon e.

Komîserê ewrûpî pêşniyaz kir, ji sisiyan yekê fonên têne dayîn, yanî 7 milyar û 500 milyon ewro bêne qutkirin.

Eger Hûngarya di du mehên li pêşiyê de reformên ku jê tê xwestin pêk neyîne, wê ev pêşniyaz têkeve meriyetê.

Di encama dengdayînê de, 433 parlementeran rapor erê kirin, 123’yan li dijî wê deng dan.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …