Ûkrayna bi serfiraziyên dawî kêfxweş e

Ûkraynaya heta niha hewl dida xwe biparêze niha qala serkeftinên leşkerî dike

Zelensky got, artêşa Ûkraynayê li rojhilat û başûrê welêt bi 6.000 km² erd rizgar kirine

Serokê Ûkraynayê Zelensky bi daxuyaniyeke nû qala rewşa giştî ya leşkerî ya li Ûkraynayê kir.

Zelenky got, artêşa Ûkraynî ji destpêka îlonê û vir ve li rojhilat û başûrê welêt tevlî 20 navendan bi qasî 6.000 km² erd rizgar kiriye.

Zelensky di axaftina xwe de hedef hîn mezintir kir û got; wê meşa artêşê ya ber bi erdên dagirkirî ya Ûkraynayê ve berdewam bike.

Lîderê Ûkraynayê di daxuyaniyê de li ser êrişên li dijî santralên elektrîkê jî sekinî û got, li her sê herêmên welêt xetên elektrîkê ji nû ve hatine sazkirin.

Yek ji mijarên di axaftina serokê Ûkraynayê de ciyê xwe girt, krîza enerjiyê ya li welatên Ewrûpayê bû.

Zelensky got, ji ber êrişên li dijî xetên elektrîkê Ûkrayna nikare elektrîkê bifroşe Ewrûpayê û ev jî dibe sebeb li Ewrûpayê buhayê enerjiyê zêde bibe.

Izyum û Balakleya

Hêjayê gotinê ye, pêr Ûkrayna ragihandibû artêşa Rûs li bajarên Balakleya û Izyumê şikestin xwariye û her du navend hatine rizgarkirin.

Rûsya têkçûnê qebûl nekiribû û îdîa kiribû leşkerên wê bi armanca parasttina parêzgeha Donetskê ji Izyum û Balakleyayê vekişiyan e.

Herêmên dagirkîrî yên Ûkraynayê. Kiew piştî serfirazyiên li eniyê niha qala serkeftineke leşkerî dike.

Izyum ji ber nêzîkbûna xwe ya eniya Donbasê ciyekî stratejîk tê qebûlkirin.

Ev bajar di heman demê de navendeke lojîstîk a artêşa rûs bû.

Lewma jî kontrola Ûkraynayê ya li bajêr li dijî Rûsyayê wekî derbeyekê tê qebûlkirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Repertuwara Stranên Kurdî bo Gîtarê derket

Pirtûkeke li ser stranên kurdî yên gîtarê êdî online dikare bê peydekirin. Di berhemê de …