Rûsyaya nekare li Ûkraynayê bi ser bikeve seferberiya qismî ragihand
Li gorî biryara Moskowê wê 300 hezar kes tevlî artêşa rûs bibin
Serokê Rûsyayê Putîn bi daxuyaniya xwe ya dawî, dîsa bala cîhanê kişand ser xwe.
Şefê Kremlînê duh bi şev di axaftina xwe ya bi riya televîzyonê biryara seferberiyeke qismî ragihand.
Di çarçoveya biryara seferberiyê de wê bi sedhezaran kes tevlî artêşê bibin.
Armanc ev e, artêşa ku gav bi gav li Ûkraynayê xisarê dibîne bê nûkirin û hejmara leşkeran bê zêdekirin.
Putin: Di operasyona me ya taybet a li Ûkraynayê dirêjahiya eniya şer niha 1000 kîlomêtroyî derbas kiriye. Bi ser vê de jî, êrişên terorîstî yên bi çekên welatên Rojava li ser sînorên Rûsyayê zêde dibin.
Putin di daxuyaniya xwe de cara pêşî bi van gotinên zelal qala dijwariya şerê li Ûkraynayê kir:
Di operasyona me ya taybet a li Ûkraynayê dirêjahiya eniya şer niha 1000 kîlomêtroyî derbas kiriye. Bi ser vê de jî, êrişên terorîstî yên bi çekên welatên Rojava li ser sînorên Rûsyayê zêde dibin.
300 hezar leşker
Pûtin di axaftinê de qala hewldanên NATO’yê ya li dijî welatê xwe jî kir û îdîa kir, rêxistina leşkerî bi riya sîstemên pêşketî, satelît, balafir û keştiyan ji başûrê Rûsyayê agahiyên sîxuriyê berhev dike.
Li gorî biryara seferberiyê wê li derdora 300 hezar kesên leşkeriya xwe kirine tevlî artêşê bibin.
Ev kesên wekî rezerv tên binavkirin, wê ji nû ve bên hîndekariya leşkerî bibin û di nava artêşa rûs de bên wezîfedarkirin.