Kê Kirgizistan û Tacikistanê provoke kir?

Rûsyayê midaxaleyê aloziya dawî ya Kirgizistan û Tacikistanê kir

Li ser navbeynkariya Putin, her du welat agirbestê ragihandin

Tê ragihandin şerê dawî ya li ser sînor provokasyona li dijî civîna li Semerkandê ya Rêxistina Hevkariya Şangayê

Şerê dawî ya li ser sînorên Kirgizistan û Tacikistanê, îniya borî ji nişkava dest pê kir.

Di pevçûnan de tank, hawan û çekên din ên giran hatin bikaranîn.

Kirgisiztanê ragihand, herî kêm 36 welatiyên wê di şer de hatine kuştin.

Herçî Tacikistanê bû, heta niha derbarê windahiyên xwe de daxuyaniyek fermî neda.

Hukumeta kirgiz da diyar kir, 137 hezar kes ji herêma aloziyê hatine tehliyekirin.

Piştî şerê dawî Moskow kete nava hereketê û Putîn bi telefonê bi serokê her du welatan re axivî.

Piştî hevdîtinê hate ragihandin, her du alî ji bo agirbesteke dualî lihev kirine.

Îhtimala provokasyonê

Hêjayê gotinê ye şerê dawî ya di navbera her du welatên Asyaya Navîn de, di dema bernameya Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê ya li Semerkandê pêk hat.

Rêxistina navborî bi pêşengiya Rûsya û Çînê hatiye damezrandin û wekî bloqa Ewrasyayê tê naskirin.

Di nîsana 2021’an de jî di navbera Kirgizistan û Tacikistanê de şerekî dem-kurt pêk hatibû.

Di encama pevçûnên 3 rojan de 55 kes hatibûn kuştin û 40 hezar terka cîûwarên xwe kiribûn.

Kirgiztan û Tacikistan du welatên Asyaya Navîn in. Li vê herêmê sînorên siyasî û yên etnîk li gelek deveran ne wekî hev in. Ev jî sebeba herî mezin a aloziyan e.

Kirgisiztan û Tacikistan ku endamên vê rêxistinê ne, tevlî vê civînê bûbûn.

Lewma jî bawerî ev e, pevçûnên dawî provokasyoneke li dijî Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê ye.

Hêjayî gotinê ye, di nîsana 2021’an de jî di navbera Kirgizistan û Tacikistanê de şerekî dem-kurt pêk hatibû.

Di encama pevçûnên 3 rojan de 55 kes hatibûn kuştin û 40 hezar terka cîûwarên xwe kiribûn.

 

 

infowelat.com

Li vê jî binêre

Almanya qerta pereyan wê bide penaxwazan

Fatoş Demirtaş  Almanya wê êdî di dewsa pereyan de qertekê bide penaberan. Hikumet radigihîne, bi …