Putin û Jinping li Semerkandê civiyan

Civîna Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê, îro li Ozbekistanê  dest pê kir

Putin, Jinping û serokê Moxolistanê hevdîtinek kirin

Bloqa Ewrasya, di nava krîza Ûkraynayê de li Asyaya Navîn civîna xwe ya salane li dar dixe.

Di civîna li bajarê Semerkandê ya Ozbekistanê de lîderên her du welatên Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê Pûtîn û Xi Jinping hatin cem hev.

Serokê Moxolistanê Ukhnaagiin Khurelsukh jî tevlî civîna her du lîderan bû.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di axatina xwe de li ser hevkariya bi her du welatan re sekinî û got,ew plan dikin xeteke gazê ya di navbera Rûsya û Çînê de ava bikin.

Jinping got, Çîn hêvî dike bazirganiya xwe ya bi Rûsyayê re salane derxe 200 milyar dolarî.

Bazirganiya Çîn-Rûsyayê

Putîn qala girîngiya bikaranîna pereyên neteweyî ya di bazirganiya navbera her sê welatan de jî kir û got; divê ev yek bê berfirehkirin.

Serokê Çînê Xi Jinping jî li ser mijara bazirganiyê dest bi axaftina xwe kir.

Jinping got, Çîn hêvî dike bazirganiya xwe ya bi Rûsyayê re salane derxe 200 milyar dolarî.

Herwiha serokê Çînê derbarê korîdora aboriyê ya Çîn-Rûsya-Mogolistanê de jî axivî û da zanîn, divê ev rêka bazirganiyê were pêşxistin û modernîzekirin.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Polîsên Belçîkayê bi ser Stêrk TV û Medya Haberê de girtin

Stêrk TV û Medya Haber TVê bi şev rastî serdagirtinên polîsan hatin. Polîsên Belçîkayê piştî …