Êrîvan û Baku ji bo agirbestê li hev kirin

Azerbaycan zext û êrişên xwe didomîne

Ermenistanê ragihand, di 3 rojan de, 105 leşkerên wê hatine kuştin.

Piştî windahiyên giran, her du welat ji bo agirbestekê li hev kirin

Azerbaycan êrişên xwe yên li ser sînorên Ermenistanê cî bi cî didomîne.

Ji ber êrişên ji roja duşemê destpêkirin bîlançoyan qurbaniyan zêde bû.

Ermenistanê ragihand, di encama topbaranê de 105 leşkerên wê hatine kuştin.

Xebera derbarê vê aloziyê de, ji aliyê serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşinyan ve hatibû ragihandin.

Paşînyan di daxuyaniya xwe de hincetên Azerbaycanê yên ji bo topbarana dawî red kiribû.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê îdîa kiribû, Ermenistan li ser xetên lojîstîk mayinan bi cî dike û lewma jî ew neçar maye operasyonekû li dar bixe.

Lı gorî daxuyaniya Ermenistanê duh êvarê saet di 20:00’an de agirbest ket meriyetê

Agirbesta dualî

Li aliyekî din, ji bo bidawîkirina aloziyê, li qada navneteweyî hin hewldan pêk hatibûn.

Yekitiya Ewrûpayê, serokê Fransayê Macron û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken banga bidawîkirina êrişê li Azerbaycanê kiribûn.

Herwiha, Konseya Ewlekariyê ya Kolektîfjî piştî civîna xwe ya online, ji bo vekolîna bûyerê biryar dabû komeke xebatê bişîne herêma aloziyê.

Piştî van hewldanan, duh êvarê hate ragihandin her du alî ji bo agirbestekê li hev kirine.

Lı gorî daxuyaniya Ermenistanê duh êvarê saet di 20:00’an de agirbest ket meriyetê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Belçîka 4 parlamentoyan hildibijêre

Welatîyên Belçîkayê piştî pênc salan careke din wê di 9ê hezîranê de biçin ser sindoqan. …