Bloqa Ewrasyayê li Semerkantê dicive

Endamên Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê li Ozbekistanê dicivin

Tevî endamên rêxistinê, wê 15 lîderên dewletên Asya û Ewrûpayê beşdarî civîna li Semerkantê bibin

Şangay wekî rêxistina bloqa Avrasyayê ya alternatîfa sîstema Amerîka û Ewrûpayê tê qebûlkirin

Civîna bilind a Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê îro li Uzbekistanê dest pê dike.

Bajarê Semerkantê ya ji vê bernameya navneteweyî re malovaniyê dike.

Di civînê de wê lîderên dewletên endam tevlî hin welatên mêvan meseleyên di rojeva rêxistinê de gotûbêj bikin.

Ligel endamên rêxistinê, wê Tirkiye, Belarûs û Ermenistan jî tevlî vê civînê dibe.

Çîn, di bernameyê de wê ji aliyê serokê wê Xi Jinping ve were temsîlkirin.

Jînpîngê ji bo bernameyê bi rê ket, piştî serdana Kazakistanê gihîşt bajarê Semerkantê.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin jî bi Jînpîng re hemwext gihîşt Semerkantê û berê xwe da ciyê bernameyê.

Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê, di 2001’an de bi pêşengiya Rûsya û Çînê li bajarê Şangayê hate damezrandin.

Dîrokçeya rêxistina Şangayê

Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê, di 2001’an de bi pêşengiya Rûsya û Çînê li bajarê Şangayê hate damezrandin.

Ligel her du welatan mezin, Kazakistan, Kirgizistan û Tacikistan bûn avakarê vê rêxistinê.

Hindistan û Pakistan jî di 2017’an de bûn endamê rêxistinê û bi vî awayî karaktera Asyayê ya rêxistinê hîn bêtir xurt bû.

Rêxistina Şangayê ji 8 welatên endam pê tê. Afganistan, Mogolistan û Belarûs Afghanistan endamên çavdêr in. Îsal bi endamtiya Îranê hejmara welatên endam dibe neh.

40 ji % nifûsa cîhanê

Şangay wekî rêxistina bloqa Avrasyayê ya alternatîfa sîstema Amerîka û Ewrûpayê tê qebûlkirin.

Endamên Rêxistina Hevkariyê ya Şangayê 40 ji % nifûsa cîhanê pêk tînin.

Ji aliyê aboriyê ve jî hilberîna welatên endam digihîje bi qasî 30 ji % hemû aboriya cîhanê.

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Kurdish media outlets targeted in Europe condemn ‘double standards’ on free speech

Belgian authorities carried out overnight raids on two Brussels-based Kurdish TV studios. The media outlets …