Polîtîka

Ev kategorî derbarê polîtîkaya neteweyî û navneteweyî de ye.

Partîya Karkeran li Brîtanyayê bi ser ket

Partîya Mihefazakar di hilbijartina Brtanyayê de têkçûneke giran girt. Partîya ku Brîtanyayê ji Yekitîya Ewrûpayê derxistibû, encax dikarîbû 119 kursîyên parlamentoyê bi dest bixe. Li alîyekî din, Partîya Karkeran bi 411 kursîyan serkeftineke zelal bi dest xist. Duh di hilbijartina giştî ya Brîtanyayê de tsûnamîyeke polîtîk pêk hat. Partîya Mihefazakar …

Bêtir »

Brîtanya îro hilbijartina giştî li dar dixe

Brîtanya ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext îro diçe ser sindoqan. Favorîyê hilbijartinê Partîya Karkeran e ku tê texmîn kirin wê ji % 40ê dengan bigire. Brîtanya ji bo hilbijartina giştî ya pêşwext îro diçe ser sindoqan. Rapirsî nîşan didin wê Partîya Mihefazakar a serokwezîr Rishi Sunak têkçûneke giran bigire. …

Bêtir »

Hûngarya serokatîya Yekîtîya Ewrûpayê dewr girt

Hûngarya duh serokatîya dorveger a Yekîtîya Ewrûpayê dewr girt. Rêveberîya Budapeşteyê wê heta 6 mehan serokatîya Yekîtîya Ewrûpayê bidomîne. Hûngarya bi slogana Make Europe  Great Again (Em Ewrûpayê careke din mezin bikin) dest bi karê xwe kir. Hûngaryaya herdem ji bo Yekîtîya Ewrûpayê serêş e, duh serokatîya vê rêxistinê dewr …

Bêtir »

Çawa Fransa wê pêşî li rasta tund bigire?

Fransa rêûrêbazên pêşîgirtina hukumeteke muhtemel a rasta tund nîqaş dike. Enîya Gel a Nû ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê dixwaze bi partîyên mayî re tifaqê çê bike. Lêbelê enîya nûnerîya wê Macron dike, di vê mijarê de helwesta xwe zelal nekîrîye. Fransa rêûrêbazên pêşîgirtina hukumeteke muhtemel a rasta tund …

Bêtir »

Îran îro serokomarê xwe hildibijêre

Îro li Îranê hilbijartinên ji bo serokomarîyê tên lidarxistin. Ji namzetan yên herî xurt Mihemed Baqir Qalîbaf, Seîd Celîlî, Mistefa Pûrmihemedî û Mesûd Pizîşkiyan e. Ji van her çaran, bi tenê Pizîşkîyan xeta reformxwaz temsîl dike. Hilbijêrên li Îranê ji bo diyarkirina serokomarê nû îro çûn ser sindoqan. Serokê nû wê dewsa …

Bêtir »

Banga parastina sînorên rojhilatê Ewrûpayê

Polonya û her sê welatên Baltik Lîtwanya, Letonya û Estonya banga parastina sînorên rojhilat ên Yekitîya Ewrûpayê kirin. Sînorên di navbera Yekitîya Ewrûpa, Rûsya û Belarûs 700 km ye û ji bo avakirina vê projeya sînor pêdivî 2,5 milyar euroyî heye. Bi Şerê Ukraynayê re mîlîtarîzma li Rojhilatê Ewrûpayê bilind …

Bêtir »

Bolîvya derbeya leşkerî asteng kir

Li Bolîvyayê hewldana derbeya leşkerî hat astengkirin. Hêzên rastgir ên Bolîvyayê ji 2020an û vir ve hewl didan hukumeta MASê (Tevgera ber bi Sosyalîzmê ve) hilweşînin. Welatê Latîn Amerîkayê Bolîvya duh rastî derbeyeke leşkerî hat. Yekîneyeke artêşê, tevlî çend tankan xwest têkeve ofîsa serokatîyê û parlamentoyê. Leşkerên parastina her du …

Bêtir »

Meloni: Rêveberîya Ewrûpayê olîgarşî ye

Serokwezîra Îtalyayê Meloni konsensûsa ji bo lîdêrên nû yên Yekîtîya Ewrûpayê rexne kir. Melonî got, rêbaza diyarkirina peywiran rastîya heyî temsîl nake. Hilbijartina lîderên nû li Ewrûpayê rastî reaksîyonan tê. Bi taybetî, rasta radîkal a Giorgia Meloni jê re pêşengtiyê dike, dengê xwe bilind dike. Serokwezîra Îtalyayê Meloni duh du …

Bêtir »

Lîtwanya dema leşkerîyê dirêj kir

Parlamentoya Lîtwanyayê dema leşkerîya ferz kir salekê. Bi heman biryarî, divê xwendekar berîya zanîngehê xizmeta leşkerî temam bikin. Lîtwanyayê dema xizmeta leşkerîya ferz dirêj kir. Li gorî biryara Parlamentoya Lîtwanyayê dema leşkerîyê dibe salekê. Berî niha, xizmeta leşkerîya ferz bi 9 mehan hatibû bisînorkirin. Guherîneke din a di leşkerîyê de, …

Bêtir »

YE rêya endamtîya Ukrayna û Moldovayê vekir

Ukrayna û Moldova bi Yekîtîya Ewrûpayê re dest bi muzakereyên endamtiyê dikin. Biryara muzakereyan duh di Konferansa Nav-Hukumetî ya Yekîtîya Ewrûpayê de hat girtin. Ukrayna û Moldova bi Yekîtîya Ewrûpayê re dest bi muzakereyên endamtiyê dikin. Biryara muzakereyan duh di Konferansa Nav-Hukumetî ya Yekitîya Ewrûpayê (YE) de hat girtin. Çend …

Bêtir »

Macron bi şerê navxweyî gef li Fransayê xwar

Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar. Macron got, eger rasta radîkal an çepa radîkal were ser kar, dibe ku “şerê navxweyî” pêk were. Hilbijartinên pêşwext ên Fransayê dîskursa sîyasî ya li welêt ji binî ve diguherîne. Serokê Fransayê Macron bi “şerê navxweyî” gef li Fransayê xwar. …

Bêtir »

Bakurê Makedonyayê hukumeta xwe ava kir

Hristijan Mickoski yê ji partîya VMRO-DPMNE bû serokwezîrê nû yê welêt. Partîya Mickoski di hilbijartinên gulanê de ji % 43ê dengan girtibû û bûbû xwedîyê 58 kursîyên parlamentoyê. Bakurê Makedonyayê hukumeta xwe dîyar  kir. Hristijan Mickoski yê ji partîya VMRO-DPMNE bû serokwezîrê nû yê welêt. Partîya Mickoski di hilbijartinên gulanê de ji …

Bêtir »

Çepa Fransayê bernameya xwe eşkere kir

Enîya Gel a Nû berîya hilbijartinên Fransayê bernameya xwe ya aborîyê eşkere kir. Temenê teqawidbûnê dibe 62, heqdestên xebatkarên dewletê û desteka ji bo kirê tê zêdekirin. Bi nêzîkbûna hilbijartinên pêşwext, pêşbirka sîyasî ya li Fransayê kûrtir dibe. Partîyên çep bi yekîtîya di bin banê Enîya Gel a Nû de …

Bêtir »

Mark Rutte dibe şefê nû yê NATOyê

Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wê bibe sekreterê-giştî yê NATOyê. Rutte wê di civîna sefîrên NATOyê ya di rojên pêş de an jî di civîna lîderan de wekî sekreterê-giştî yê NATOyê bê wezîfedarkirin. Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte wê bibe sekreterê-giştî yê NATOyê. Rêya Rutte ya ber bi serokatîyê ve piştî serokê …

Bêtir »