Lîtwanya dema leşkerîyê dirêj kir

Parlamentoya Lîtwanyayê dema leşkerîya ferz kir salekê.

Bi heman biryarî, divê xwendekar berîya zanîngehê xizmeta leşkerî temam bikin.

Lîtwanyayê dema xizmeta leşkerîya ferz dirêj kir.

Li gorî biryara Parlamentoya Lîtwanyayê dema leşkerîyê dibe salekê.

Berî niha, xizmeta leşkerîya ferz bi 9 mehan hatibû bisînorkirin.

Guherîneke din a di leşkerîyê de, di derbarê xwendekarên dixwazin biçin zanîngehê de ye.

Bi biryara parlamentoyê divê xwendekar berîya zanîngehê xizmeta leşkerî temam bikin.

Qanûna nû wê di 2025an de têkeve merîyetê.

Lîtwanya di 2008an de bûbû endamê NATOyê û 4 sal piştî vê demê dawî li xizmeta leşkerî ya ferz anîbû.

Piştî Rûsya di 2015an de Kirimê îlheq kiribû, Lîtwanya careke din xizmeta leşkerîyê kiribû ferz.

Lîtwanya yek ji endamê NATOyê ye ku pîvana rêxistinê ya ji bo mesrefên leşkerî pêk tîne.

Lîtwanya ji % 2yê Hilberîna Navxweyî ya Nesafî (GDP) ji bo qada leşkerî mesref dike.

Tevî vê jî Ukrayna bi 18,000 leşkeran profesyone, xwedî artêşeka biçûk e.

Nêzîkî 2,000 leşkeran alman bi awayekî mayinde li Lîtwanyayê ne û li hember Rûsyayê alîkarîya parastinê dikin.

—————————————–

Foto: Leşkerekî Lîtwanyayê di dema tetbîqatekê de/Wikipedia

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Îran êrişî Îsraîlê kir

Vê carê Îranê bi êrişeke mezin tirsa şerê herêmî gur kir. Îranê êvara sêşemê nêzîkî …