Joe Biden û Donald Trump duh nîqaşa ewil televîzyonê li darxistin.
Performansa lawaz a Bidenê 81 salî di dema gotûbêjê de balê kişand ser xwe.
Piştî gotûbêja televîzyonê, fikra raya giştî ev bû, Biden li hemberê Trump têk çû.
Joe Biden û Donald Trump duh nîqaşa ewil televîzyonê li darxistin.
Nîqaşa zindî ya di CNNê de bi qasî 90 deqîqe berdewam kir.
Piştî gotûbêja televîzyonê, fikra raya giştî ev bû, Biden li hemberê Trump têk çû.
Di gotûbêjê de li gel mijarên polîtîk, fikarên li ser temenê dirêj û tenduristiya Biden derket pêş.
Ji bilî vê, aborî û polîtîkaya derve mijarên din bûn ku her du namzetên serokatîyê hatin pêşberî hev.
Şerên Xeza û Ukraynayê di meseleya polîtîkaya derve de hat rojevê.
Trump di mijara Ukraynayê de ajot ser Biden û wî bi giranî rexne kir.
Namzetê populîst Trump van gotinên balkêş kirin:
“Divê ev şer tu carî dest pê nekiribana. Ku îderekî me hebûna wê rewşa şer ne wiha bûna…Wî 200 milyar dolar an jî pereyeke ji vê jî zêdetir da Ukraynayê. Ev pere pir zêde ye. Ez bawer im heta niha tiştekî wiha li Amerîkayê pêk nehatîye.”
Performansa lawaz a serokê Amerîkayê Bidenê 81 salî di dema gotûbêjê de balê kişand ser xwe.
Biden nekarîbû têra xwe bersivê bide îdîayên Trump û ev jî di nava enîya Partîya Demokrat a Amerîkayê de bû sebeba fikaran.
Niha Partîya Komargera Trump êdî bi xurtî îdîa dike ku Joe Biden ne xwedî wê hêzê ye ku bikaribe çar salên din serokatîya xwe dom bike.
—————————————————————–
Foto: Nîqaşa CNNê ya Biden û Trump
Infowelat