YE rêya endamtîya Ukrayna û Moldovayê vekir

Ukrayna û Moldova bi Yekîtîya Ewrûpayê re dest bi muzakereyên endamtiyê dikin.

Biryara muzakereyan duh di Konferansa Nav-Hukumetî ya Yekîtîya Ewrûpayê de hat girtin.

Ukrayna û Moldova bi Yekîtîya Ewrûpayê re dest bi muzakereyên endamtiyê dikin.

Biryara muzakereyan duh di Konferansa Nav-Hukumetî ya Yekitîya Ewrûpayê (YE) de hat girtin.

Çend saet piştî vê biryarê, vê carê di heman civînê de derbarê Moldovayê de biryar hat girtin.

Bi vê biryarê, Yekîtîya Ewrûpayê mafê muzakereyên ji bo endamtîyê da Moldovayê.

Moldova piştî destpêka Şerê Ukraynayê ya di sibata 2022n de serî li endamtiya dabû.

Her du welat wê bi tevlîbûna du konferansên nav-dewletî ya cihê wê dest bi muzakereyên ji bo endamtîyê bikin.

Herçî Ukrayna bû, çend roj piştî êrîşa Rûsyayê serî li endamtîya Yekitîya Ewrûpayê dabû.

Namzetîya ji bo endamtîyê ya herdu welatan di civîna 15-16ê hezîrana 2023an de hatibû girtin.

Serokwezîrê Hûngaryayê Victor Orban dîyar kiribû, eger YE astengîya dayîna 50 milyar euroyê Hûngaryayê betal neke, ew ê biryara ji bo muzakereyan bi Ukraynayê re veto bike.

Yekitiya Ewrûpayê beriya civînê krîtîk a ji bo Ukrayna û Moldovayê, destûrê dabûn Hûngarya ji fonên hatîye terxankirin 10 milyar euroyî bigire.

————————————-

Foto: Zelensky û seroka Parlamentoya Ewrûpayê Roberta Metsola/Medyaya civakî

Infowelat

Derbarê infowelat.com

Li vê jî binêre

Dadgeha Gelan Tirkîyeyê sûcdar dît

Dadgeha Gelan li Brukselê biryar da: Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser xaka Sûriyeyê yên bêyî …